QSD: Serçeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin û yekî din hat girtin

QSD'ê li Dêrazor û Şedadê çalakî li dar xistin, di encamê de serçeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin û  yekî din hate girtin.

QSD: Serçeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin û yekî din hat girtin
18 ÇILE, 2022   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya QSD'ê hatiye parvekirin: " Duh êvarî li herêma Hewayîc di çalakiyeke hevbeş a hêzên me û Koalîsyona Navneteweyî de serçetyekî DAIŞ'ê ya terorî hate kuştin.

Terorîst beşdarî plana êrişa li ser girtîgeha Xiwêran a Hesekê ya Kanûna borî bû. Hêzên me plan têk birin û gelek terorîstên ku beşdarî vê planê bûne, di nav de serçeteyê şaneyê Mihemed Ebid El-Ewad hebû, girtin. Her wiha beşdarî plana teqandina du erebeyên bomebebarkirî bû ku rêxistina terorîst ji bo pêkaîna êrişê li ser girtîgehê û derxistina pirsgirêkan li deriyê sereke yê girtîgehê amade kiribûn."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku miqdareke çek û teqemenî di mala serçete de hate dîtin.

Her wiha hate diyarkirin ku di çalakiyeke din a ewlehiyê de, hêzên taybet ên QSD'ê serçeteyekî xwecihî ya rêxistina terorîst a DAIŞ'ê li herêma Elway a gundewarê Şedadê ya başûrê Hesekê girtin.

Hate gotin: "Terorîst karê veguhestina çekan ji şaneyên rêxistinê re û tevlêkirina endamên nû di nav rêxistinê de dikir. Her wiha plana hedefgirtina nuqteyên leşkerî û saziyên xizmetguzariyê dikin." Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di çalakiyê de rêjeyeke çek, alav û belge hatin desteserkirin ku li gel çete hatin dîtin.

ANHA