Artêşa Iraqê gef li asayîşa Êzîdxanê xwar

Tevî hemû bangawaziyên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, lê artêşa Iraqê careke din gef li asayîşa Êzîdxanê xwar. Artêşa Iraqê îro jî gefa derxistina asayîşê bi darê zorê li asayîşa Sinûnê ya Êzîdxanê xwar.

Artêşa Iraqê gef li asayîşa Êzîdxanê xwar
18 ÇILE, 2022   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şengalê ev çend roj in liv û tevgera artêşa Iraqê didome e û ji ber vê sedemê rewşeke aloz li herêmê derket. Tevî hemû hişyariyan jî artêşa Iraqê zêdekirina hêzên xwede didomîn e.

Herî dawî jî îro saet 13:00’an de Fermandarê Operasyonên Rojavayê Nînovayê Lîwa Rûkun Cebar, nîv saet muhlet daye hêza Asayîşa Êzîdxanê ya dewra navçeya Sinûnê da ku ji cihê xwe vala bike. Her wiha gef li asayîşa Êzîdxane xwar ku heger cihê xwe vala neke, ewê bi zorê wan derxînin.

Ji ber vê yekê jî aloziya li navçeya Sinûnê berdewam dike.