​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Almaniyayê darizandina "bijîşkê Îşkencekirinê" ê sûrî dest pê dike

Sibe li Almanyayê darizandina "bijîşkê îşkencekirinê" ê sûrî ku tewana êşkencekirin û kuştina girtiyan li Sûriyê di sala 2011 – 2012`an li dijî wî heye, dest pê dike, di nava partiya Erdogan de, ji ber aloziyên li derdora wî û nebûna demokrasiyê istîfakirinên komî hene.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Almaniyayê darizandina "bijîşkê Îşkencekirinê" ê sûrî dest pê dike
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Almaniyayê darizandina "bijîşkê Îşkencekirinê" ê sûrî dest pê dike
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Almaniyayê darizandina "bijîşkê Îşkencekirinê" ê sûrî dest pê dike
18 ÇILE, 2022   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

SIBE LI FRANKFURTÊ DADGEHKIRINA "BIJÎŞKÊ ÎŞKENCEKIRINÊ" Ê SÛRÎ DESTPÊ DIKE

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Hefteyek di ser dadgehkirina yekemîn berpirsê sûrî yê payebilind li bajarê Koblenz ê Almaniyayê re derbas nebû, amadekariyên dadgehkirineke din li bajarê Frankfurtê ji bo dadgehkirina duyemîn kesê ku sûcên şer piştî şoreşa Sûriyê pêk aniye, dest pê kir."

Sibe dadgehkirina "bijîşkê îşkencekirinê" ê sûrî Ela Mûsa (36) ku tewanên êşkencekirin û kuştina girtiyan li Sûriyê di sala 2011 – 2012`an de li dijî wî hene dest pê dike. Li gorî dadgerê giştî, tewanên kuştina girtiyekî û êşkencekirina 18 kesan li dijî wî hene. Ji kesên ku ji aliyê bijîşk ve hatine êşkencekirin 9 kes wê tev li rûniştina dadgerkirinê bibin û bibin şahid.

Navenda Sûriyê ya lêkolînên qanûnî daxuyaniyek da û tê de amadekarina destpêkirina dadgeha Mûsa pêşwazî kir û teqez kir ku şopandina sûcdarên li dijî mirovahiyê û sûcdarên şer li Sûriyê li Almanyayê, didome.

Mûsa di sala 2015`an de gihaşt Almaniyayê û fêrî ziman bû, guhertin di bawernameya xwe de çêkir da ku dest bi xebatê di nexweşxaneyên Almanyayê de li bajarê Hessen û Frankfurtê bike. Mûsa di 19`ê Hezîrana 2020`an de hate girtin ku wê demê di yek ji nexweşxaneyên bajar de dixebitî.

JI BER NEBÛNA DEMOKRASIYÊ DI PARTIYA ERDOGAN DE.. ISTÎFAKIRINÊN KOMÎ

Derbarê rewşa Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha got: "AKP`ê di nava istîfakirinên mezin de dijî. Ev jî ji ber nezelalbûna rewşa siyasî li giştî welat, aloziyên li derdodra serokê wê Recep Tayyip Erdogan, serweriya alîgirên wî û nebûna demokrasiyê di hundirê welat de. Ev jî hemwextî amadekariyên partiyê ji hilbijartinên giştî yên di sala pêş de pêk tê.

Rojnameya Zeman a serbixwe ya tirî ragihand ku 872 endaman li wîlayeta Aydinê bi awayekî komî ji AKP`ê istîfa kirin.

LI SÛDANÊ XWEPÊŞANDAN..7 KUŞTÎ

Girêdayî rewşa Sûdanê rojnameya El-Beyan ev tişt got: "Li gorî komîteya bijîşkan a navendî ya Sûdanê ku duh di xwepêşandanên Sûdanê de 7 kes bi guleyan hatin kuştin. Meclisa serokatiyê avakirina hêzeke taybet li dijî terorê ragihand da ku li hember gefan bisekinin.

Li gorî AFP`ê, duh bi hezeran gelê Sûdanê careke din xwepêşandan li dar xistin, da ku banga serdestiyeke sivîl bikin.

Polîsên Sûdanê gaza rondikrêj berdan da ku xwepêşandêran belav bikin û di encama wê de bêhna gelek xwepêşandêran çikiya û hin ji wan jî birîndar bûn.

(bx)