Ji çalakiya konvendanê ya li Kobanê: Dem dema rizgarkirina gelan e

Ji çalakiya konvendanê ya li Kobanê, ciwanan got: " Artêşa dewleta Tirk a dagirker tirsonek e, nikare li eniyên şer hêzên me têk bibe, ji lewma welatiyan dike hedef, lê dîsa jî em ê li ber xwe bidin."

Ji çalakiya konvendanê ya li Kobanê: Dem dema rizgarkirina gelan e
18 ÇILE, 2022   05:15
KOBANÊ

Çalakiya konvedanê ya li qada Şehîd Egîd a li Kobanê ya ji bo şermezarkirina  êrişên dewleta Tirk a dagirker di roja xwe ya sêyemîn a dawî de ye. Çalakî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê herêma Firatê ve hatiye lidarxistin.

'EM DEV JI WARÊ XWE BERNADIN'

Hevseroka Tevgera Ciwanan a Sûriyê ya Herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî û got: "Em baş dizanin ku artêşa Tirk tirsonek e û nikare di eniyên şeref û qehremaniyê de hêzên me têk bibe, ji lewma sivîlan dike hedef. Li ser vê yekê ji bin vî konê berxwedanê em dibêjin, ev artêş tirsonek e û em ê bi israr li dijî wê bisekinin."

Hebûn Mihemed ev li axaftina xwe zêde kir: "Armanca dewleta Tirk ji van êrişan, şikandina vîna me ye, her wiha da ku em dev ji erd û malên xwe berdin û koçber bibin, ew jî diyarî çeteyên xwe bike, lê em ji rayedarên Tirk re dibêjin, em hesabê tu kesî nakin, ev xaka me ye û heta ku di oxira wê de em canên xwe jî bidin, em ê dev jê bernedin."

ꞌBI HEDEFGIRTINA CIWANAN, HEWLD DIDE CIVAKA ME  PARÇE BIKE'

Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina jin û zarokan ve sînordar nema, lê belê ciwanên ku stûna civakê ne jî dike hedef, mînak vê yekê maleke li bajarê Kobanê  bombebaran kir, di encamê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan gihaştin asta şehadetê.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê Mihemed Mehmûd jî got, dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li dijî herêmê, ciwanan bi taybet dike hedef da ku civaka wan parçe bike.

Mihemed Mehmûd ev li gotina xwe zêde kir: " Ji bo rêgirtina li ber dewleta Tirk a dagirker me konê çalakiyê li naverasta Kobanê vedaye. Her wiha da ku ji dewleta dagirker re isbat bikin ku çi bike jî dê gelê bajêr û gundewarê wê, li ber xwe bide."

ꞌEM ÇOG DANAYNIN'

Endama rêveber a Tevgera Jinên Ciwan a Herêma Firatê Nîroz Bozan got, bajarê Kobanê her tim tê hedefgirtin, armanc ji vê yekê vemirandina çirûska berxwedana wê ye û wiha domand: "Lê em bi vegirtina vî konî bersiva dewleta dagirker didin û dibêjin, êrişên te vîna me xurttir dike û em gel çogê danayînin."

Nîroz Bozan di dawiyê de ev axaftin kir: "Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li dijî Kobanê dixwaze bajêr veguherîne bajrekî tarî, lê em jê re dibêjin, dem dema azadiyê û rizgarkirina gel ji zilim û zordariyê ye. Me qonaxa tirsê derbas kir û tiştek me natirsîne. Em ê şopdarên rêya azadiyê bin."

(eh)

ANHA