Eqîle Salih: Dema hikumeta El-Debîbe bi dawî bûye

Serokê Parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih got dema hikumeta El-Debîbe bi dawî bû û divê ji nû ve were avakirin. Her wiha bang kir ku komîteyek ji 30 rewşenbîr û akademîsyenan were avakirin da ku destûrê ji nû ve binivîse.

Eqîle Salih: Dema hikumeta El-Debîbe bi dawî bûye
17 ÇILE, 2022   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora El-Eyn serokê parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih îro di civîna parlamentoyê de got: “Li gorî biryara kişandina baweriyê ku parlamentoyê Îlona borî daye, dema hikumeta El-Debîbe bi dawî bûye.”

Eqîle Salih bang kir ku lêpirsînek têkildarî pereyên xerckirî were vekirin. Salih daxwaz kir ku hemû belgeyên sexte ji dozgerê giştî re bên veguhastin da ku lêkolînê bike û tedbîrên qanûnî bigire. Her wiha bang li komseriyê kir ku guhertinên pêwîst pêşniyar bike da ku erka xwe pêk bîne.

Eqîle Salih got “Dem hatiye ku parlamento xwe ji tawana astengkirina hilbijartinan bide alî” û bang li şandeya navneteweyî kir ku fişarê li aliyên din bike da ku hilbijartin li dar bikevin û encamên wê qebûl bikin.

(şx)