Kongira Star di salvegera 4`emîn a dagirkirina Efrînê de daxuyaniyek da

Kongra Star a herêma Efrînê salvegera 4`emîn a dagikirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û bang li aliyên peywndîdar kir ku ji bo vegera şêniyên Efrînê li warên xwe dagikeran derxin û garantiya vegera bi ewle bidin.

Kongira Star di salvegera 4`emîn a dagirkirina Efrînê de daxuyaniyek da
17 ÇILE, 2022   14:19
ŞEHBA

Bi dehan endamên Kongra Star û saziyên jin ên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê li kampa Serdem a girêdayî navçeya Ehdas ya kantona Şehbayê daxuyaniyek da.

Endaman alên Kongra Star, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û zarokên komkujiya Til Rifetê hildan.

Daxuyanî bi 3 zimanan kurdî, erebî û îngilî hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di ser aloziyê Sûriyê re 10 derbas bûn, şêniyên Sûriyê hîna jî bi kuştin, revandin, talankirin û koçberkirinê re rû bi rû ye, hewldanên çareserkirina aloziyê gihaştiye asteke xetimî.

Çarenûsa gelê Sûriyê di tehlûkeyê de ye, ji ber ku hêzên ku axa Sûriyê dagir kirine, tenê berjewendiyên xwe dimeşînin.

4 sal di ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re û bi cihbûna şêniyên Efrînê li kantona Şabayê re derbas bû. Dewleta Tirk a dagirker û faşîst hîna jî li ber çavên hemû cîhanê û bêdengiya navneteweyî sûcên li dijî şêniyan didomîne.

Dewleta Tirk bi armanca talankirina Efrînê, wêrankirina şûnwaran, tirkkirina herêmê û tunekirina nasnameya şêniyên herêmên yên resen van sûcan pêk tîne.

Hikumeta Erdogan di milê siyasî, leşkerî, dîplomasî, civakî û aborî de bi bin ketiye, ji ber vê yekê hewl dide aloziya xwe ya hundirîn derbasî derve bike.

Jinên Efrînê gelek êş û azar kişandin, lê ew ew êş û azarên ku kişandine veguherindin hêzê da ku karibin Efrînê ji destên dagirkeran rizgar bikin û vegerin ser axa xwe.

Jina ku ji maka vê şoreşê derketiye û bi lehengî li hember rêxistina herî teror a li cîhanê li ber xwe daye û DAIŞ têk biriye.

Hêza jinê li ser zihniyeta şofenîst û hovane ya dewleta Tirk û hevalbendên wê yên ku di xeta îxanetê de bûne yek, bûye xeteriya herî mezin, ji ber vê yekê rojane destkeftiyên jinan yên di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hatine bidestxistin têne hedefgirtin.

Em li ser navê rêxistina jin a Kongira Star a herêma Efrînê, hemû kiryarên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya civaka navnetewî şermezar dikin.

Her wiha bang li hemû tevgerên jin, rêxistinên navnetewî û desteyên hiquqî yên ku idîaya parastina mafên mirovan û zarokan dikin ku li hember sûcên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker ku li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê pêk tîne bisekin, her wiha divê ew rêxistin gerantiya siyasî ji bo vegera gelê Efrînê yên ku bi darê zorê hatine koçberkirin û hemû koçberên di hundirê axa Sûriyê de bidin."

ANHA