Rojnameyên erebî: Çarenûsa hilbijartinên Lîbyayê ne diyar e

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî rewşa aloz a li ser sînorên Urdin-Sûriyê, kar û barên Lîbyayê û xwepêşendanên li Sûdanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Çarenûsa hilbijartinên Lîbyayê ne diyar e
Rojnameyên erebî: Çarenûsa hilbijartinên Lîbyayê ne diyar e
Rojnameyên erebî: Çarenûsa hilbijartinên Lîbyayê ne diyar e
17 ÇILE, 2022   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

`SÎNORÊN URDIN-SÛRIYE DERGEHA QAÇAXIYA MADEYÊN HIŞBIRÊ YÊN HIZBULLAHÊ YE`

Têkildarî vê mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: "Piştî ku qaçaxciyên madeyên hişbirê gule avêtin nuqteyeke leşkerên Urdinê yên li ser sînor, efserek hat kuştin û 3 leşkerên din birîndar bûn. Li gorî çavkaniyan, Hizbullaha Lubnanê û komên wê li dû qaçaxkirina madeyên hişbirê ne ku bi rêya Urdinê derbasî dewletên Kendavê û Ewropayê tên kirin.

Artêşa Urdinê bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku koma qaçaxçiyan ber bi Sûriyê ve reviyan.

Urdinê di 29`ê Îlona 2021`an de biryar dabû ku ji nû ve sînoran (navenda sînoran a Cabir ) bi Sûriyê re veke."

‘HILBIJARTINÊN LÎBYAYÊ GIRÊDAYÎ PIRSGIRÊKA DESTÛRÊ Û NAMZETAN IN `

Girêdayî rojeva Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: "Li gel hewldanên şêwirmenda sekreterê giştî yê NY`yê ya kar û barên Lîbyayê Stephanie Williams bi armanca aliyên çalak li hev bîne û demeke din ji bo lidarxistina hilbijartinan were diyarkirin, xuya ye ku çarenûsa hilbijartinan heta niha ne diyar e. Her aliyek siyasî bi daxwazên xwe ve girêdayî ye û wan guncaw dibîne.

Ji roja yekemîn a derengxistina hilbijartinan ve, aliyên siyasî got qanûna hilbijartinan sedema derengxistina hilbijartinan e. Lê dûre piraniya nêrînên hatine dayîn, gotin gelek astengî li pêşiya lidarxistina hilbijartinan hene, di nav de helwestên herêmî û navneteweyî li hember gelek namzetan wekî kurê serokê berê yê Lîbyayê Muemer Qedafî."

‘LI SÛDANÊ JI BER BIHAKIRINA KEHREBEYÊ XWEPÊŞANDANAN DEST PÊ KIR`

Der barê rewşa Sûdanê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: "Li Sûdanê piştî bihakirina kehrebeyê û ruxmî ku hikumeta leşkerî biryara cemidandina bihakirinê da, xwepêşandanan dest pê kir. Xwepêşandêran li bakurê welêt ber bi Misirê ve rê qut kir.

Xwepêşandêran bi cemidandinê tenê razî nebûn, lê belê banga betalkirina wê kir. Li gorî şahidan duh xwepêşandêran rêyên wîlayetên bakur bi taybet ên ku welêt bi Misirê ve girê didin, girtin.

Her wiha bi dehan bijîşk li Xertûmê li dijî tundiya li ser kadroyên tenduristiyê ya di xwepêşandanên Cotmeha borî de pêk hat, xwepêşandan li dar xistin. Bijîşkan wêneyên hevalên xwe yên ku di wan xwepêşandanan de hatine kuştin, rakirin."

(şx)