​​​​​​​Welatiyan planên PDK'ê yên valakirina herêmê eşkere kir

PDK û ENKS'ê planên xwe yên koçberkirina kurdan ji Kurdistanê didomînin û planên xwe li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê zêdetir kirine.

​​​​​​​Welatiyan planên PDK'ê yên valakirina herêmê eşkere kir
​​​​​​​Welatiyan planên PDK'ê yên valakirina herêmê eşkere kir
​​​​​​​Welatiyan planên PDK'ê yên valakirina herêmê eşkere kir
​​​​​​​Welatiyan planên PDK'ê yên valakirina herêmê eşkere kir
17 ÇILE, 2022   04:17
QAMIŞLO- RÊNAS REMO

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi hevkariya ENKS'ê hin welatiyên Rojava xapandin û soz da wan ku alîkariya wan bikin û wan bişînin welatên Ewropayê.

Hewextî zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, PDK'ê deriyên sînor ên Pêşxabûr û El-Welîd girtin.

PDK'ê piştî girtina her du deriyên sînor, welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê teşwîq kir ku koçber bibin û hin welatiyên Rojava bi rêya qaçaxan derbasî Başûrê Kurdistanê kirin.

Rêxistina Xêrxwazî ya Barzanî, îdia kir ku alîkariyan ji wan re pêşkêş dike û çûyîna wan a ber bi welatên Ewropayê ve hêsan dike. Bi vî awayî derdora hezar welatî ji Başûrê Kurdistanê derxistin ku mehekê li ser sînorê Belarûs û Polonyayê asê man û mercên herê dijwar derbas kirin, hejmarek ji wan jiyana xwe ji dest dan.

Hinek ji wan kesên ku ji aliyê PDK'ê û ENKS'ê ve hatin xapandin ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan û tiştê ku li wir bi serê wan hatiye ji ajansa me re eşkere kirin.

'ARMANC  DERXİSTİNA ŞÊNİYAN Jİ ROJAVA YE'

/kr/uploads/files/2022/01/16/201721_-.webp

Welatiyê bi navê Amed Mihemed Emîn ê ji navçeya Amûdê ya Qamişloyê, got: "Van rêxistinan îdiayên alîkariya wan ji bo çûyîna welatên Ewropayê belav kirin, dema ku em gihaştin Başûrê Kurdistanê ji bo ku pere qezenc bikin navên me tomar kirin, lê me dît ku îdiayên wan hemû derew in û armanca wan tenê valakirina Rojava ji şêniyên wê ye."

/kr/uploads/files/2022/01/16/201844_-.webp

Welatiyê bi navê Alan Silêman ê ji bajarê Hesekê diyar kir ku rêxistinan bi rêya medyayan derew li wan kirin û ev yek jî bû sedem ku koçberî Başûrê Kurdistanê bibin û dev ji mala xwe berdin.

Welatiya bi navê Leyla Xelîl Ehmed ji bajarê Kobanê ye diyar kir ku di rojên derbasbûyî de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi balafirên bêmirov li ser bajarê Kobanê zêde kirine, di heman demê de ragihandina PDK'ê digot ew amade ye alîkariya koçberan bike. Leyla Ehmed got: "Ji ber vê yekê em ketin vê lîstoka qirêj."

Şûeyb Ehmed piştrast kir ku rêxistinan rê li ber qaçaxçîtiyê vekirin û ew xapanbdin û got: "Piştî ku em gihaştin wir rêxistinan îdia kirin ku hejmar temam bûye û em neçar kirin ku em vegerin."

Şûeyb Ehmed bang li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji plana valakirina herêmê haydar bin û diyar kir ku bi vê rêbaza neqanûnî PDK'ê gelek pere distîne.     

    

Hevserokê Girînendeya Karûbarên Koçber û Penaberan a Herêma Cizîrê Feyrûşah Remedan diyar kir ku koçberiya li herêmên Kurdistanê siyaseteke nû ye ku ji aliyê rêxistinên herêmî yên girêdayî PDK'ê û dagirkeriya Tirkiyê ve tê meşandin, armanc jê valakirina herêmê ji pêkhateyên wê di serî de kurdan e û têkbirina çand  û dîroka wan e.      

Feyrûşah Remedan da xuyakirin ku PDK'ê derî girtin da ku bi rê û rêbazên palnkirî şêniyan bide koçberkirin. PDK bi rêya rêxistin û qaçaxçiyên girêdayî xwe yên li herêmê mirovan bi qaçaxî derbas dike, ji bo pereyan qezenc bike û herêmê vala bike.

Feyrûşah Remedan diyar kir ku herêmên Kurdistanê rastî êrişeke sîstematîk û şerê taybet tê, sedema wê jî siyaseta PDK'ê ya valakirina herêmên Kurdistanê û guhertina demografiya wan e. Her wiha got: "Ev yek bi armanca pêkanîna siyaseta dewleta Tirk a dagirker ne tenê li Rojava, li hemû herêmên Kurdan têne kirin."       

/kr/uploads/files/2022/01/16/201824_-.webp

Hevserokê Girînendeya Karûbarên Penaber û Koçberan a Herêma Cizîrê Feyrûşah Remedan bal kişand ser zêdebûna krîza koçberan li ser sînorên Belarûs û Polonyayê û wiha domand: "Ev krîz encamên siyasetên hikumetên welatên wan in, destwerdana Tirkiyê û êrişên wê yên domdar ên li ser Kurdistanê ye. Armanc ji van siyastan qirkirina Kurdan e. Ji ber van siyasetan piranî di deryaya Mansh de xeniqîn ku piraniya wan Kurd in."         

Feyrûşah Remedan bang li gel û pêkhateyên herêmên û Kurdan kir ku ji bo têkbirina siyasetên şerê taybet ku bi rêya koçberkirinê tê meşandin, dev ji warên xwe bernedin û ji bo azadî, demokrasî û edaletê tê bikoşin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/O8NTyWzjFMQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>