ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-01-2022
17 ÇILE, 2022   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya bi armanca wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 105 de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi banga derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê", Meclisa navçeya Çilaxa daxuyaniyekê li ber avahiya Şaredariya Gel dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya kon li qada Şehîd Egîd ya bajarê Kobanê ya bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker di roja duyemîn de didome, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi armanca eşkerekirina xebatên xwe yêên sala borî û plansaziya sala nû bi şêniyên navçeya Dirbêsiyê re dicive, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Berfireh a Sazkirina  Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe yên nîqaşkirin bendên hevpeyamên didomîne ku ji sedî 30 hatibûn nîqaşkirin. Civîn li navenda Serdem a Çandê ya li bajarê Hesekê tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Heyva Sor a Kurd Êva Ehmed Elî destnîşan kir ku çi dibe bila bibe dê xizmeta gel berdewam bikin ku di encama êrişeke çeteyên DAIŞ'ê de li kampa Holê endamê Heyva Sor Basim Mihemed hatibû şehîdkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Beriya êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê, şertûmercên siyasî rê li pêşiya dewleta Tirk vekir ku hovîtiyeke layîqî dîroka xwe ya xwîndar pêk bîne. Ruxmî ku berjewendiyên hêzên navneteweyî û herêmê ne wek hev bûn, lê ji bo pêkanîna yek armancê; tunekirina projeya demokratîk a li ser erdîngariyekê ya kevna zêrîn li hev kirin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê Fîras Qesas lihevkirinên ku hikumeta Şamê behsa wan dike bi xefkan bi nav kir û got: "Armanc ji van lihevkirinan ew e ku Sûriyê vegeriya rewşa beriya 2011'an." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Emîn Elîko diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê qirkirina gelên azadîxwaz e û got: " Berjewendiyên welatan bi Tirkiyeyê re nahêle ku erka xwe pêk bînînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Pêkhateyên kantona Qamişlo banga derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" kir û got, ev partî bi armanca rizgarkirina gelê bindest û parastina mafên wan û çanda Rojhilata Navîn ji qirkirinê hatiye damezrandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- PDK û ENKS'ê planên xwe yên koçberkirina kurdan ji Kurdistanê didomînin û planên xwe li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê zêdetir kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên Kurdan ên Hesekê da gotin, girtina deriyên sînor û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanaca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. Rûspiyan bang li PDK`ê kir ku nekeve xefka planên dijminên Kurdan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Çalakiya pirtûkxaneya gerok a ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve hatiye organîzekirine, vê carê li Qamişlo tê lidaarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Hesekê meşeke dirêj li dar dixin. Li gel wê dê çalakiya pirtûkxaneya gerok a pirtûkên rêber Ocalan hebe, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA