Pêkhateyên kantona Qamişlo banga derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" kir

Pêkhateyên kantona Qamişlo banga derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" kir û got, ev partî bi armanca rizgarkirina gelê bindest û parastina mafên wan û çanda Rojhilata Navîn ji qirkirinê hatiye damezrandin.

Pêkhateyên kantona Qamişlo banga derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" kir
17 ÇILE, 2022   01:49
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 50 sal e têdikoşe, di encama vê berxwedanê de giraniya xwe di nav hemû beşên civakê de ava kir, çi li hundirê Kurdistanê be yan jî li derveyî wê be.

Yekitiya Ewropa, DYA`yê û Tirkiyê navê PKK`ê xistin "lîsteya terorê". Li hemberî vê yekê, li ser asta herêmê û cîhanê çalakiyên berfireh tên lidarxistin û banga derxistina wê ji vê lîsteyê tê kirin.

Têkildrî mijarê pêkhateyên kantona Qamişlo ku baweriya xwe bi fikirê PKK`ê tîne banga derxistina wê ji "lîsteya terorê" kir, her wiha bang li civata navneteweyî jî kir ku wekî tevgerekê li partiyê binêre ku banga azadkirina hemû gelan dike.

Îbrahîm Mihemed Hisên ji kurdên navçeya Tirbespiyê ye  îşaret bi damezrandina PKK`ê kir û got: "Ji berê ve û heta niha banga rizgarkirina gelê bindest dike, lê dewleta Tirk û hevalbendên wê hovîtrîn sûc û siyasetên qirkirinê pêk tîne, ji wan qetilkirin û çewisandina nasnameyê. Ji lew re divê mirov li ser bingeha PKK`ê li dijî siyasetên qirkirinê bisekine."

Hisên ev li gotina xwe zêde kir: "PKK`ê ji destpêka  ku hatiye avakirin û heta îro, ji hêla hêzên hegemonîk ve tê hedefgirtin. Hêzên serdest fikirê neteweya demokratîk ji bo xwe û ji bo modernîteya kapîtalîst xeter dibîne, ji lewma ji destpêkê ve şerê PKK'ê kirin. Li ser vê yekê jî dixwazin navê wê di 'lîsteya terorê' de bimîne."

ꞌDIVÊ CIVATA NAVNETEWEYÎ PIŞTGIRIYA VÊ PARTIYÊ BIKEꞌ

Ji pêkhateya Suryan Ebdulehed Şemon ê ji navçeya Çilaxa diyar kir ku xistina PKK`ê nava "lîsteya terorê", ji bo razîkirina dewleta Tirk e û wiha domand: "Piştî berdêlên ku partiyê di oxira azadiya pêkhateyên herêmê de da, divê civata navneteweyî destekê bide vê partiyê, her wiha sînorekî ji siyaseta Tirkiyê yên li dijî gel re deyne."

Ji kurdên navçeya Tirbespiyê Sûad Sebrî destnîşan kir ku têkoşîna partiyê ji bo mafên mirovan e ne mijara 'Terorê' ye wekî ku serokkomarê AKP`ê Recep Tayyip Erdogan îdia dike û got: "PKK`ê li Rojhilata Navîn şerê terorê dike, di serî dewleta Tirk ku hewldana çewisandina nasnameya gelan û çanda gelê Kurd dike, lê dewletên Ewropa dixwazin berovajî vê yekê bidin xuyakirin."

Sûad Sebrî ev li gotina xwe zêde kir: "Em qebûl nakin  ku navê PKK`ê di lîsteyê de bimîne, divê em asta têkoşîna xwe bilind bikin. Her wiha em bang li civata navneteweyî dikin ku navê partiyê ji lîsteyên derxe, ji ber ku vê partiyê di oxira rizgarkirina gelê blindest de, bi hezaran şehîd dane."

Ehmed Hesen ê ji pêkhateya Ereb li navçeya Çilaxa got, civata navneteweyî baş dizane ku Tirkiyê dewleteke faşîst e û diyar kir ku ji bo rawestandina siyasetên wê yên li dijî gelê herêmê divê piştgiriya PKK'ê were kirin.

Basil Yusif ji Tirbespiyê bang li rêxistinên hiquqî û mafên mirovan kir ku ji bo derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" bi erka xwe rabe.

(eh)

ANHA