Civîna Kongra Star bi dawî bû

Civîna salane ya rêxistina Kongra Star a Rojava, bi danîna plansaziya îsal bi dawî bû.

Civîna Kongra Star bi dawî bû
16 ÇILE, 2022   17:04
QAMIŞLO

Civîna salane ya rêxistina Kongra Star a Rojava duh bi diruşma "Tê bikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe" dest pê kir.Civîn li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li Rimêlanê ya Qamişlo du rojan dewam kir. 300 endamên kongreyê ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heleb û Şamê beşdarî civînê bûn.

Di bernameya roja yekemîn de, koordînatorên Kongra Star axivîn û dûvre rapora sale ya xebatên Kongra Star a Rojava hat xwendin û nîqaşkirin.

Di roja duyemîn de civîn bi nîqaşên li ser rêxistina Kongra Star a Rojava berdewam kir.

Civîn bi dayîna plansaziya sala 2022’yan bi dawî bû û wiha ne;

-Divê rêber Ocalan were parastin, asta têkoşînê were bilindkirin û divê fikirê rêbertî bibe bingeha rêxistina jinan.

-Şerê zihniyeta zayendperestiyê were kirin û jiyana hevbeş were avakirin.

-Ji bo rizgarkirina Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî ji dagirkeriya Tirk, divê asta têkoşîn û berxwedanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de werin bilindkirin.

-Komîteyên hiqûqnas û siyasetmedar ên Kongra Star werin birêxistinkirin.

-Divê Kongra Star, Tevgera Hîlal Zêrîn û Jineolojiya çand û zimanê kurdî li Rojava biparêzin.

-Hejmara koperatîfên jinan were zêdekirin.

(fr)

ANHA