Li dijî dagirkerî û qirkirinê Berxewdana Serdemê didome – 1

Beriya êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê, şertûmercên siyasî rê li pêşiya dewleta Tirk vekir ku hovîtiyeke layîqî dîroka xwe ya xwîndar pêk bîne. Ruxmî ku berjewendiyên hêzên navneteweyî û herêmê ne wek hev bûn, lê ji bo pêkanîna yek armancê; tunekirina projeya demokratîk a li ser erdîngariyekê ya kevna zêrîn li hev kirin.

Li dijî dagirkerî û qirkirinê Berxewdana Serdemê didome – 1
17 ÇILE, 2022   00:40
NAVENDA NÛÇEYAN-MISTEFA ELO

Şertûmercên beriya êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re gelek hêzên navneteweyî û herêmî mîna Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Îran û dewleta Tirk a dagirker derketin pêş. Her hêzekê ji bo pêkanîna gelek armancan li ser astên hundir û derve û bi ajandeyên cuda destwerdan kir. Lê tişta hevbeş di navbera wan de; Zêdekirina hegemonya û xweamadekirina ji bo pêvajoya piştî şer bû. Her hêzekê hewl da li ser maseya danûstandin û bazaran bibe hêza herî mezin ku gelek kaxiz di destê wê de hebin.

Amerîka bi rêya Sûriyê hewl da mîna ku li Iraqê kiriye, hegemoya Îranê sînordar bike û dewleteke din parçe bike. Xwest pergalekê li gorî projeya Rojhilata Navîn a Nû ku li ser sînordarkirina hegemoya netewdewletan ava dibe, pêk bîne, lê bi bin ket.

Ji bo Rûsyayê jî, Sûriyê jê re bû deriyek ku vegere cîhana pirqutbî û xwe wek hêzeke mezin ferz bike  da ku rolekê di xêzkirina pergala cîhanê ya nû de ku wê ji Rojhilata Navîn destpê dike, bilîze.

Îranê jî siyasetên xwe yên berê yên ji bo zelalkirin û xelaskirina hesabên xwe bi hêzên rojavayî re li ser axa Sûriyê, domandin. Her wiha nehişt dojeha şer derbasî sînorên wê bibe. Ji bo wê Sûriyê korîdoreke gelek girîng e ku Hîlala Şîî ya ku ji Tehranê destpê dike, di Bexdayê û Şamê re derbas dibe û digihêje Beyrûtê, temam bibe.

Erdogan di şerê li Sûriyê de firsendek dît ku Mîsaqa Millî ku li gorî wê dewleta Tirk dikare herêma di navbera Heleb li Sûriyê heta bigihêje Kerkûk li Iraqê kontrol bike, pêk bîne. Piştre ji wir tevahiya herêmê mîna berê dema di bin kontrola dewleta Osmanî de bû, kontrol bike.

Li ser asta hundir jî, hikumeta Şamê xema wê ya mezin mayîna di desthilatê de û vegerandina rewşa welêt beriya 2011`an bû. Yanî desthilateke navendî ku jiyana siyasî, civakî û aborî kontrol dike.

ARMANCA HEVBEŞ HEGOMONYA YE

Tişta hevbeş a di navbera van hêzan de hegemonya ye. Her yek dixwaze li gorî hêza xwe ya leşkerî, aborî û teknîkî hegemoya xwe ferz bike.

Ji nav van şertûmercan, Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekane hêza xwedî projeyeke demokratîk bû. Li dû desthilat û hegemonyayê neket. Lê belê xema wê avakirina Sûriyeyeke demokratîk û xilaskirina gelan ji pergalên desthildar e.

Lê kêfa hêzên herêmî û navneteweyî û heta gelek hêzên Kurdistanî ji vê yekê re nehat. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hewl dan Rêveberiya Xweser bi bin bixin û hîna jî vê hewldanê dikin.

VÊ CARÊ HEDEF BAKUR Û ROJHİLATÊ SURIYÊ BÛ

Bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê re li Rojava, êrişên li dijî Rêveberiya Xweser destpê kirin. Destpêkê êrişî Serêkaniyê û piştre sala 2013`an êrişî Efrîn kirin.

Sala 2014`an êrişa herî dijwar bû, dema komek çete yên dewleta Tirk a dagirker êrişî Rêveberiya Xweser kir. Di 15`ê Îlona 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê ji 3 aliyan ve êrişî Kobanê kir heta gihaştin tixumên bajêr. Şer di erdîngariyeke teng de di nav kolanên bajar ên dorpêçkirî de didomî. Lê berxwedana şervanan û seferberiya giştî ya ku rêber Abdullah Ocalan ragihand, tevlêbûna şervanên entersyonalîst û ciwanên ji hemû beşên Kurdistanê berxwedana Kobanê bi ser xist. Piştî berxwedana 134 rojan, di 26``ê Çileya 2015`an de bajar bi temamî ji DAIŞ`ê hat rizgarkirin.

QSD HAT DAMEZRANDİN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku di Cotmeha 2015`an de av bûye, dest bi hemleyên rizgarkirina herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Bi pêkanîna serkeftinan û ragihandina Rêveberiya Xweser re, dewletên hegemonîk di serî de dewleta Tirk a dagirker dev ji şerê wekîlan berda û yekser mudaxele kir.

Sala 2016`an, piştî ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê di 12`ê Tebaxê de herêm ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir û di 15`ê heman mehê bi awayekî fermî serkeftin ragihand. Li ser vê dewleta Tirk yekser mudaxele kir û dest bi dagirkirina axa Sûriyê kir. Di 24`ê Tebaxa 2016`an hemwextî serdana cîgirê serokê Amerîkayê Joe McCain û beriya wê bi rojekê anku 23`yê Tebaxê dema rayedarên PDK`ê bi rayedarên dewleta Tirk a dagirker re civiyan, êrişên dewleta Tirk destpê kirin.

CERABLUS, EZAZ Û BAB HATIN DAGIRKIRIN

Bi êrişkirina Cerbalusê û dagirkirina wê re, piştre Ezaz, Bab û beşên mezin ji parêzgeha Idlibê, niyetên rastîn ên dewleta Tirk eşkere bûn. Derewên wê ku armanc dike rejîmê hilweşînê û derewên hêzên navneteweyî yên ku banga demokrasiyê û mafên mirova dikirin hemû eşkere bûn.

Lê beyî erêkirina her du hêzan Amerîka û Rûsya, dewleta Tirk nedikarî bostekê ji axa Sûriyê dagir bike.

Beriya êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê, dewleta Tirk dev ji çeteyên li Xuta Şerqiye û Duma berda û bi êrişên balafirên Rûsyayê û topên hêzên hikumeta Şamê re rû bi rû hiştin.

RUSYA VEKİŞİYA DEWLETA TİRK ÊRÎŞÊ EFRİN’Ê KİR

Di 20`ê Çileya 2018`an de êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê destpê kir, pê re hêzên Rûsyayê ji Efrînê vekişîn. Her wiha asîman ji balafirên dewleta Tirk re hat vekirin ku komkujiyan pêk bîne.

Hevkariya Rûsya ya bi dewleta Tirk re, mijara koordîneyê derbas kir. Rûsya nexwest lihevkirinek di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de pêk were, ji bo ku bajar were parastin. Ji ber wê hikumeta Şamê dudulî bû hêzên xwe yên fermî bişîne, di encamê de hêzên xwe yên nefermî yên nêzî Îranê şandin. Lê dewleta Tirk yekser ew hêz kir hedef, di encamê de bi dehan ji wan hatin kuştin beyî ku Rûsya helwestekê nîşan bide.

AMERÎKA YE Bİ BÊ DENGÎ DESTEK DAN DAGİRKERİYÊ

Helwesta DYA`yê diyar bû ku bi tu rêbazî hewl neda êrişa dewleta Tirk rawestîne. Lê bi bêdengî desteka wê kir, qaşo mudaxeleyî rojavayê çemê Firatê nake. Nerastiya hiceta Amerîkayê bilez eşkere bû dema Donald Trump serokê berê yê Amerîkayê bi awayekî yekser mudaxele kir û êrişa Rûsyayê ya li ser Idlibê ku li rojavayî Firatê ye, rawestand.

Helwestên Yekitiya Ewropayê (YE) asta daxuyaniyan derbas nekir. Dewletên Ereb jî ji bilî Misirê tu helwesteke girîng nîşan nedan. Ruxmî ku Yekîtiya Ereban êrişa dewleta Tirk şermezar kir, lê helwestên wê bê feyda bûn.

Lİ HEMBER DAGİRKERİYÊ BERXWEDANA SERDEMÊ

Di mîna van şertûmercan de êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê dest pê kir. Piraniyan pêşbîn dikir ku Efrîn di çend rojan de bikeve destê duyemîn bihêztirîn artêşa NATO`yê.

Lê ruxmî ku dewleta Tirk çekên herî pêşketî, 25 hezar çete û bi sedan leşker  bi kar anîn, lê hêzên Efrînê û gelê wê heta 58 rojan li ber xwe da. Di 18`ê Adara 2018`an de dewleta Tirk Efrîn dagir kir. Di 2019`an de jî Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin.

Dewleta Tirk ew herêm dagir kirin, lê projeya  Rêveberiya Xweser tune nebû û heta niha berdewam e. Gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê fêm kir ku xweparastin misogeriya serkeftinê ye û piştgiriya hêzên hegemonîk bi xwe re wêraniyê tîne.

(şx)

ANHA