Çalakvanên li Sêmalka: Heta em şehîdên xwe bi xwe oxir nekin em ê li vir bin

Çalakvanên konvedanê yên li deriyê Sêmalkayê teqez kir ku ew ê heta wergirtina cenazeyên şehîdan û oxirkirina wan bi merasîmeke girseyî ya layîqî wan, çalakiya xwe dewam bikin.

Çalakvanên li Sêmalka: Heta em şehîdên xwe bi xwe oxir nekin em ê li vir bin
Çalakvanên li Sêmalka: Heta em şehîdên xwe bi xwe oxir nekin em ê li vir bin
Çalakvanên li Sêmalka: Heta em şehîdên xwe bi xwe oxir nekin em ê li vir bin
Çalakvanên li Sêmalka: Heta em şehîdên xwe bi xwe oxir nekin em ê li vir bin
Çalakvanên li Sêmalka: Heta em şehîdên xwe bi xwe oxir nekin em ê li vir bin
Çalakvanên li Sêmalka: Heta em şehîdên xwe bi xwe oxir nekin em ê li vir bin
16 ÇILE, 2022   12:25
QAMIŞLO

Konê çalakiyê ku li deriyê sînor ê Sêmalkayê hatiye vedan bi serdan û nobedariyê didome. Çalakiya konvedanê derbasî roja xwe ya 104`an bûye û çalakvan banga radestkirina cenazeyê şehîdên herêma Xelîfanê dikin.

Îro endamên Desteya Karûbarên Civakê ya Herêma Cizîrê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo berê xwe dan konê çalakiyê.

Şande ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve hate pêşwazîkirin.

Li deriyê Pêşxabûrê Endamê Meclisa Kantona Qamişlo Ebdurezaq Mihemed axivî, siyaseta PDK`ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re di êrişên li dijî gerîla de, şermezar kir.

Her wiha israrkirina PDK`ê û redkirina xwestekên çalakvanan jî şermezar kir.

Ebdurezaq Mihemed destnîşan kir ku ew ê çalakiya xwe dewam bikin heta ku cenazeyê şehîdan were radestkirin û bi merasîmeke girseyî werin oxirkirin.

Her wiha Mihemed di axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî, hiqûqî û rêxistinên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û zextê li PDK`ê bikin da ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

Paşê endamên Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Cizîrê û Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo berê xwe dan konê çalakiyê.

Çalakiya konvedanê li deriyê Sêmalkayê didome heta ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan were kirin.

(bx)

ANHA