Li Şehbayê çalakiyeke çandî hate lidarxistin

Komîteya Lêkolîn û Parastina Mîrastan a Herêma Efrînê bi kordîneya Komîeya Çand û Hunerê ya Katona Şehbayê çalakiyeke çandî li dar xist.

Li Şehbayê çalakiyeke çandî hate lidarxistin
Li Şehbayê çalakiyeke çandî hate lidarxistin
Li Şehbayê çalakiyeke çandî hate lidarxistin
13 ÇILE, 2022   17:23
ŞEHBA

Çalakî bi diruşma "Çîroka me mîrateya me ye" li hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin. Bi dehan endamên saziyên sivîl, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî yên herêma Efrînê beşdarî çalakiyê bûn.

/ar/uploads/files/2022/01/13/154105_jmah-kalw.webp

Hevserokê Meclisa Kantona Şehba Cuma Kalo axivî, girîngiya parastina çand û mîrateya herêmê ji êrişên çandî yên li ser herêmê, kir.

Cuma Kalo got:  "Dewleta Tirk û çeteyên wê û dewletên hevkarên wê, bi hemû rêbazan hewl didin çand û mîrateya herêmê qir bikin. Êriş û komkujiyên ku li ser şêniyan û guhertina demgorafîk ku pêk tînin, nîşaneyên vê yekê ne."

Kalo bal kişand ser hevgirtina pêkhateyan û wiha domand: "Hevgirtina şêniyan bi hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb û Tirkumen ji wan aliyan re îsbat kir ku dîroka herêmê li ser mîrat û çanda hezkirin û biratiya gelan hatiye avakirin û ev çand dê li hemberî hemû rêbazên terorîstane li ber xwe bide."

Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Şehbayê Mihemed Weysî helbestek li ser mîrat û çanda herêmê xwend.

Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Şehbayê Ehmed Selame çîrokeke li ser girîngiya hevgirtina li hemberî êrişên bi armanca qirkirina çandî got.

Paşê belgefîlmek li ser dîroka gundê Um El-Hoş û çanda wê hate pêşandan.

Çalakî bi stranên folklorî yên erebî û kurdî û gerandina govendan bi dawî bû.

ANHA