Li dijî herêma Kesk a Bexda êrişa bi mûşekan

Li dijî herêma Kesk a Bexdayê bi mûşekan êriş pêk hat. Sîstema parastinê ya Amerîka bersiv da.

Li dijî herêma Kesk a Bexda êrişa bi mûşekan
13 ÇILE, 2022   17:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Alsumaria news, ji berî çend kêliyan, herêma Kesk a Bexdayê bi mûşekan hedef hatiye girtin. Sîstema parastinê ya Balyozxaneya Nû ya Amerîka bersiv daye.

Tê gotin 3 mûşek hatine avêtin û li nêzî balyozxaneya Amerîka dengê teqînê hatiye.

Nayê zanîn ji aliyê kê yan ji kîjan hêzê ve mûşek hatine avêtin.