Meclisa Jinan a Sûriyê komxebatek têkildarî parastina jinan di şeran de li dar xist

Navenda Meclisa Jinan a Sûriyê ya bajarê Minbicê têkildarî biryara 1325’an a têkildarî jin, aştî û ewlehiyê komxebatek li dar xist.

Meclisa Jinan a Sûriyê komxebatek têkildarî parastina jinan di şeran de li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê komxebatek têkildarî parastina jinan di şeran de li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê komxebatek têkildarî parastina jinan di şeran de li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê komxebatek têkildarî parastina jinan di şeran de li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê komxebatek têkildarî parastina jinan di şeran de li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê komxebatek têkildarî parastina jinan di şeran de li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê komxebatek têkildarî parastina jinan di şeran de li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê komxebatek têkildarî parastina jinan di şeran de li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê komxebatek têkildarî parastina jinan di şeran de li dar xist
13 ÇILE, 2022   16:57
MINBIC

Endamên Meclisa Jinan a Sûriyê, Partiya Yektitiya Demokratîk (PYD), Partiya Sûriya Pêşerojê, Navenda Lêkolînên Jineolojî beşdarî komxebatê bûn.

/kr/uploads/files/2022/01/13/170219_-.webp

Endama Komîteya Qanûnî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Xedîce Şewax biryara 1325 ku 31'ê Cotmeha 2000'an ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji bo parastina jinan di dema şer û pevçûnan de hatibû dayîn, şîrove kir û got: "Ev biryar girîng e, ji bo parastina mafên jinan, dozên ewlehî û aştiyê ye û yekemîn belgeya fermî û qanûnî ye."

Xedîce Şewax bang kir ku divê beşdarbûna jinan di tevahî astên avakirina biryaran de  zêde bide. Her wiha destnîşan kir di demên şer de divê rêz ji mafên sivîlan ji jin û zarokan re were kirin, jin ji tundiya fîzîkî û cudekariyê werin parastin û sûcdarên ku tundiyê li jinan dikin bê hesab neyên hiştin.

Xedîce Şewax anî ziman ku sedema derxistina vê biryarê di sala 2000'î de, elqeyeke bi jinan re were dayîn, da ku beşdarî pêvajoya aştî û ewlehiyê bibin û got: "Konseya Ewlekariyê gelek civînên vekirî li dar xistin, da ku zanyariyên bikêrhatî pêşkêşî jinan bike, wek perwerde û bihêzkirina jinan di qada siyasî de."

Piştre sinevîzyoneke li ser girîngiya rola jinan di civakê de hate pêşandan. Beşdaran nêrînên xwe derbarê rewşa jinan, astengiyên ku pêre rû bi rû dimînin de parve kirin. Her wiha diyar kirin ku pêwîstiya jinan bi rêxistinbûyîn û xweperwerdekirinê fikirî heye.

ANHA