Enes Hemîd: Banga "çareserkirinê" bi armanca derxistina fitneyan e

Endamê Rêveberiya Akademiya Şehîd Rûken a kantona Hesekê Enes Hemîd hişyarî li ser bandorên "çareserkirinê" ku hikumeta Şamê hewldana pêkanînê dikin, da û got: "Ev yek berdewamkirina siyaseta parçe bike û bi rê ve bibe ye." Hemîd teqez kir bi diyalog û naskirina Rêveberiya Xweser krîza Sûriyê çareser dibe.

Enes Hemîd: Banga "çareserkirinê" bi armanca derxistina fitneyan e
13 ÇILE, 2022   05:15
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Hikumeta Şamê di demên dawî de banga "çareserkirinê" kir û bi vê yekê hewldana vegera hegemoniya xwe dike, her wiha dixwaze modela li parêzgerha Derayê pêk aniye, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî pêk bîne nexasim li Dêrazorê.

Lê hate isbatkirin ku banga hikumeta Şamê ya "çareserkirinê" alozî kûrtir kir, mînaka vê yekê jî piştî hikumeta Şamê li Derayê çareseriya "çareserkirin" pêk anî, bi sedan sûcên qetilkirinê pêk hatin.

Hikumeta Şamê bi sedan ciwanên ji wan re "çareserkirin" çêkiribû, şandin şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê yên li beyara Sûriyê, da ku parastina desthilata xwe bike.

Şêx û rûspiyên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de Reqa û Tebqayê, nerazîbûnên xwe ji banga hikumeta Şamê re nîşan da û wiha got: "Divê hikumeta Şamê lêborînê ji gelê Sûriyê bixwaze."

Endamê rêveber ê Akademiya Şehîd Rûken a kantona Hesekê Enes Hemîd, îşaret bi armancên hikumeta Şamê ji banga "çareserkirinê" kir û got: "Bi vê yekê dixwaze gelê Sûriyê ji hev parçe bike, da ku bi hêsanî kontrolkirina dewletê vegerîne, her wiha bi rêya derxistina fitneyan hevgirtina civakî têk bibe û her tim civat hewcedarî wê be û nikaribe ji bin desthilata wê derkeve."

Enes Hemîd ev li axaftina xwe zêde kir: "Banga "çareserkirinê" bi kêr nayê û bi qasî ku xizmeta siyaseta hikumeta Şamê dike, xizmeta gelê Sûriyê nake. Mînaka wê jî herêmên ev siyaset lê hate meşandin, ji wan Dera ku hîn welatî tên revandin û qetilkirin."

Hemîd bi domdarî got: "Li herêmên "çareserkirin" lê tê meşandin, li dijî ciwanan kiryarên qetilkirin û revandinê lê pêk tên, li gel wê jî sûcên girtinê pêk tên û ciwan tev li şerê li dijî gelê Sûriyê tê kirin. Da ku desthilat xurt bibe û bikaribe gel kontrol bike."

Hemîd bal kişand ser "çareserkirinê" û bandorên wê û wiha pê de çû: "Bandorên wê li ser pêşeroja gelê Sûriyê hene û ji bo çarekirina aloziya Sûriyê nabe. Ji ber ku çareserî di diyaloga bi sûriyan re ye û dûrî siyaseta parçekirina pêkhateyan de ye. Her wiha çareserî di naskirina projeya Rêveberiya Xweser de ye."

Enes Hemîd destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li şûna "çareserkirinê" divê danûstandineke cidî bi pêkhateyên herêmê re derkeve pêş, da ku hêzek were avakirin û li dijî êrişên li ser herêmê bisekine, aramî û ewlehiya herêmê werin parastin."

Hemîd îşaret bi girîngiya naskirina hikumeta Şamê ji projeya Rêveberiya Xweser re kir, ji ber ku banga jiyaneke aştiyane dike û hewldana sînordarkirina aloziya Sûriyê dike.

Hemîd şêniyên herêmên Reqa, Dêrazorê û herêmên din ên Sûriyê ji "çareserkirinê" hişyar kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Çareserkirin projeyeke nixumandî ye û bi armanca derxistina fitneyan e, ji lewma divê sûrî jê dûr kevin."

(eh)

ANHA