Hunermend: Tirkiyê nikare berxwedana gerîla têk bibe, em ê piştevaniya gerîla bikin

Hunermendên Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Helebê piştgiriya xwe ji gerîlayan re anî ziman û got, dê dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla têk biçe, ji ber gerîla xeta berxwedan û fedekariyê esas girtiye û xwe dispêre hêz û vîn gel.

Hunermend: Tirkiyê nikare berxwedana gerîla têk bibe, em ê piştevaniya gerîla bikin
13 ÇILE, 2022   02:38
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Ruxmî artêşa Tirk çekên herî pêşketî û kîmyewî bi kar anîn, lê dîsa jî li hemberî berxwedana dîrokî ya gerîlayan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bin ket û ji sê herêmên Zapê; qadên Girê Şehîd Mûnzur, Girê Şehîd Serxwebûn û Girê Cîloyê Biçûk vekişiya û gelek zirar bi hêz û cebilxaneya dagirkeriyê bûn.

VÎNA GERÎLAYAN JI ÇEKÊN TIRKIYÊ XURTTIR E

Têkildarî mijarê, endamê rêveber ê Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê Seîd Bîrhat axivî û wiha got: "Hunermendên Rojava dikarin bi rêya stranên şoreşgerî, fîlmên li ser jiyana gerîla û şanoyan, berxwedana gerîla nîşan bidin û piştgiriya wan bikin. Ji ber gel û gerîla hev temam dikin."

Bîrhat da zanîn ku dewleta Tirk bi îdiaya dikare Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibe, xwe dixapîne û wiha domand: "Bi salan e dewleta Tirk şerê gerîlayan dike û tevî çekên nûjen û yên kîmyewî bi kar tîne, li hemberî berxwedana gerîlayan bi bin dikeve."

Bîrhat destnîşan kir ku gerîla ji zarokên vî gelî ne yên ku zehmetiya siyaseta qirkirinê kişandine û ji bo doz û mafên xwe yên çewisandî tê dikoşin û wiha dewam kir: "Gelekî bindest li ku derê be, gerîla li wir in da ku parastina wî bike û mafên wî bi dest bixe."

Bîrhat bi domdarî got: "Gerîla ne tenê parastina gelê Kurd dike, lê belê parastina hemû gelên bindest dike. Tirkiye bi hemû rêbazan hewldana tesfiyekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê dike, lê her carê jî bi saya berxwedana gerîla bi bin dikeve."

Têkildarî mijarê endama rêveber a beşa stranan a Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Helebê Fatme Ebdo îşaret bi berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û ev tişt got: "Gerîla li dijî artêşa Tirk li ber xwe dide û em ê jî bi rêya hunera xwe, piştgiriya vê berxwedanê bikin."

Derbarê armancên dewleta Tirk ji êrişên li dijî gerîlayan de Fatime Ebdo wiha axivî: "Yekane derdê dewleta Tirk ew e ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê tune bike, her wiha gelê azadîxwaz û demokratîxwaz  qir bike."

Fatme Ebdo piştrast kir ku dewleta Tirk dê negihêje armanca xwe û dê nikaribe vîna gel bişikîne û gerîla têk bibe.

Fatme Ebdo diyar kir ku efsaneyên ku gerîla li dijî duyemîn dewleta NATO`yê dinivîse, hêza gelan bi xwe ye û wiha pê de çû: "Çawa gerîla parastina mafên me dike, ji me tê xwestin ku em bi hemû rê û rêbazan piştgiriyeke manewî û madî nîşanî wan bidin."

Fatme Ebdo da zanîn ku gerîla li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan dimeşe. Ev fikir jî îşaretê bi edalet, wekhevî, demokrasî û azadiya gelan dike, ji lewma dê Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi ser bikeve û dewleta Tirk bi bin bikeve.

Fatme Ebdo di dawiyê de bang li rêxistinên hiquqnas kir ku destwerdanê bikin û dawî li sûcên dewleta Tirk ên li dijî gerîla, bînin, da ku çekên kîmyewî bi kar neyne.

(eh)

ANHA