'Tirkiyê bi êrişên xwe dixwaze herêmê ji niştecihên wê vala bike'

Biraziyê Îbrahîm Şerîf ê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirer a li ser gundê Xanê de şehîd bûye, diyar kir ku armanca dewleta Tirk ew ku herêmê ji niştecihên wê vala bike û paşê dagirker bike û tev li Tirkiyê bike.

'Tirkiyê bi êrişên xwe dixwaze herêmê ji niştecihên wê vala bike'
12 ÇILE, 2022   02:45
EYN ÎSA – DICLE EHMED

Mehmûd Îbrahîm ê ku apê wî Îbrahîm Şerîf di êrişa 8'ê Çileyê  ya dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Xanê yê Kobanê de şehîd bûye, di bin konê sersaxiyê yê apê de de axivî. Îbrahîm êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin û got, ev êriş rasterast li dijî sivîlan e.

Mehmûd Îbrahîm diyar kir ku armanca Erdogan ji van êrişan ew e ku herêmê niştecihên wê vala bike, paşê dagir bike û tev li Tirkiyê bike.

Îbrahîm da zanîn ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve Erdogan destekê dide komên çete û wiha axaftina xwe domand: "Destpêkê destek da komên bi navê artêşa azad, piştre destek da mezintirîn koma terorîst li cîhanê anku çeteyên DAIŞ'ê, sînorê xwe ji wan re vekir û ew derbasî bajarê Girê Spî, paşê Reqa, Kobanê û Minbicê kirin. Erdogan bi çavê xwe dît ku çawa sivîl ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve têne qetilkirin, lê tiştek nekir."

Mehmûd Îbrahîm anî ziman ku bi avakirina QSD'ê û şerê wê yê li dijî DAIŞ'ê re, Erdogan dest bi avêtina tawanan li gelê ku xaka ji terorê diparêze, kir.

Mehmûd Îbrahîm bang li Rûsya, Amerîka û civata navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyan rawestînin.

Artêşa Tirk a dagirker 8'ê Çileyê gundên Serzorê, Xanê, Gultepe, Qeremox, Til Hacib û Goran ên sînor yên dikevin rojhilatê bajarê Kobanê, her wiha navenda bajar bi çekên giran û moşekan topbaran kirin, di encamê de Îbrahîm Şerîf şehîd bû û 12 kesên din birîndar bûn.

ANHA