Bi polîtîkaya bêgorhiştinê hûn nikarin Xelîfanê bidin jibîrkirin

Bi polîtîkaya bêgorhiştinê hûn nikarin Xelîfanê bidin jibîrkirin
12 ÇILE, 2022   01:13

AHMET BÎRSÎN

Di 29’ê Îlona 2021’an de li Xelîfanê hêzên PDK’ê komeke gerîla xist kemînê û 5 gerîla şehîd kirin. Dayikên wan tevî şert û mercên zivistanê jî li Sêmalkayê bi mehan e çalakiya xwe didomînin. Dilê dayikan e; niha dibêjin ka cenazeyên wan hatin veşartin, kifin lê pêçan, çavên wan vekirî man?... û bi rojan bê xew dimînin. Bi ser de jî hesreta zarokên wan û bîranînên wan. Gelo kî lê fikirî bê ka dayik li wê derê çi hîs dikin?

Hin bêwijdanên ku ji xwe re dibêjin em partiyeke Kurdan in, ji bo girtina deriyê sînor ê Sêmalkayê vê çalakiyê dikin hincet. Ciwanên Rojava piştgirî da wan dayikan û çalakiya ciwanan ji bo girtinê dikin hincet. Lê li ber çavê her kesî aşkera bû ku li Sêmalkayê leşkerên perexur ên PDK’ê û çeteyên Roj, ava şid berda ser wan, kevir avêtin wan û gule bi ser serê wan de berdan. Ma dema ku dayikeke gerîla xwedî li cenazeyê şehîdên xwe derkeve, ji vê normaltir tiştekî din heye? Helbet divê yên ku herî baş bi vê yekê bizanin jî pêşmerge bin ku li Başûrê Kurdistanê li dijî zilma Sedam tê koşiyan.

Berê jî Sedam cenazeyên pêşmereyên şehîd nedidan malbatên wan û azar pê didan kişandin. Îran jî heman zilmê li dayikên Kurd dike. Dewleta Tirk ji dema serhildanên Şêx Seîd û Seyîd Riza ve cenazeyên pêşengên serhildanan radestî malbatên wan nake û gelek cenazeyên gerîla ji sala 1984’an ve ku têkoşîna çekdarî wê demê dest pê kir, ji bo ku pê azarê bi dayikan bide kişandin, wek alavekê bi kar tîne. Hê jî cenazeyên bi sedan gerîlayan winda ne û cihên wan nayên gotin. Dayikên Şemiyê ji sala 1995’an ve her hefte li Qada Galatasarayê ya Stenbolê cenazeyên zarokên xwe ji dewleta Tirk dixwazin. 

Ev yek, polîtîkayeke şerê taybet ê dewletên mêtinger e. Navê wê, polîtîkaya “bêgorhiştinê” ye. Lewma jî ne ku tenê cenazeyên gerîla nade malbatên wan, her wiha goristanên wan jî bombebaran dike û xirab dike. Mêtinger çima vê polîtîkayê dimeşînin? Ji ber ku dibêjin dema kuj gor nehiştin, dê şopa gerîla ya li ser xakê û herêmê jê bibin. Bawer dikin ku dê ji bîra gelê, Kurd têkoşîna gerîla jê bibin. Lewma vê yekê dikin.

Baş e Sedam, Xumeynî û niha jî Erdogan di van polîtkayan de bi ser ketin? Na, berevajî wê gelê Kurd zêdetir li gerîla xwedî derket. Zêdetir tev li gerîla bû. Zêdetir pabendî doza gerîla bû. Vê polîtîkayê tu carî encamek bi dest ve neanî û nayne jî. Ji ber ku polîtîkaya bêgorhiştinê encama bêçarebûna mêtingeran a li hember gerîla ye. Lewma ne di hiqûqa navneteweyî de, ne di şerîeta îslamê de ne jî di hiqûqa biratiyê de cihê vê yekê nîn e. Heta di hiqûqa şer de jî rêbazeke wiha nîn e. Wê demê çima PDK polîtîkaya bêgorhiştinê ya mêtingeran li hember gelê Kurd dimeşîne?

Divê di serî de em bala xwe bidin vê yekê; polîtîkaya nedayîna cenazeyên şehîdên Xelîfanê ya PDK’ê, ne cara ewilî ye. Berê jî çend caran ev kir. A herî girîng jî, di 16’ê Gulana 1997’an de li Hewlêrê li gel MÎT’a Tirk êrişî gelek saziyên sivîl kir ku di nav de nexweşxaneya Heyva Sor a Kurdistanê jî hebû. 80 gazî û birîndar û welatparêzên ji Başûr qetil kirin. Cenazeyên wan şehîdan tevî hemû serlêdanan jî nedane malbatên wan. Agahî nedan bê ka cenaze li ku derê defin kirine. Îcar wan malbatan ji bîr kir? Na. PDK’ê karî qetlîama xwe veşêre? Na.

PDK îro jî dibêje “ew cenaze li cem me nîn in” û hewl dide qetlîama xwe veşêre lê nikare. Nikare şehîdên Xelîfanê ne ji bîra dayikên li Sêmalkayê derxe ne jî ji bîra gelê Kurd. Bila ji bîr nebe; dilê her dayikekê ku xwe negihandiye cenazeyê zarokên xwe, îro li cem dilê dayikên li Sêmalkayê ye. Dayikên ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava li pişt dayikên li Sêmalkayê ne ku nobeta şehîdan digirin. Divê êdî PDK vê polîtîkaya xwe ya dermirovî û derexlaqî bi dawî bike.