Li Dêrazorê bijîşkek ji aliyê kesên nenas ve hate qetilkirin

Li bajarokê Teyana yê rojhilatê Dêrazorê kesên nenas bijîşkek qetil kir.

Li Dêrazorê bijîşkek ji aliyê kesên nenas ve hate qetilkirin
11 ÇILE, 2022   19:55
DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyan hatine girtin, kesên nenas bi guleyan êrişî bijîşk Ebid El-Mufdî Elî kir û ew qetil kir.

Çavkaniyan diyar kirin ku êrişî vê êvarê nêzî nexweşxaneya Kindî ya li bajarokê Teyana yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê pêk hat.

Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêpirsîn da destpêkrin.

Li gorî çavkaniyan, Ebid El-Mufdî Elî bijîşekî cîrahî ye, ji bajarokê Salihiyê yê gundewarê rojavayê Dêrazorê ye, ji ber zextên rejîma Şamê tevahî malbata xwe li herêmên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de bi cih bûye. Bijîşk li gelek navendên tenduristiyê xebitiye.

ANHA