Em careke din guh bidin banga rêber Apo û Kobanê biparêzin!

Em careke din guh bidin banga rêber Apo û Kobanê biparêzin!
13 ÇILE, 2022   06:55

HALÎL CEMAL

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê bê navber berdewam dikin. Jîngehên gel bombebaran dikin, gelê sivîl qetil dikin û hewl didin Kobanê bê mirov bihêlin da ku bikarin bê hêsanî dagir bikin.

PDK girtina deriyên Sêmalka û Welîd didomîne û serokê PDK’ê Mesûd Barzanî jî her wekî ku xebatên ji bo hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiyê dike, li gel hin partiyên li Bakurê Kurdistanê dest bi civînan kiriye. Çalakiya ji bo şehîdên Xelîfanê roja xwe ya 100’emîn jî li dû xwe hişt lê PDK israra xwe ya ji bo radestnekirina cenazeyên şehîdan didomîne. ENKS ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek alaveke şerê taybet ê dewleta Tirk dixebite, di serî de ciwan, hemû dînamîkên şoreşger û demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û hewl dide wan krîmînalîze bike. Li gel van tevan jî çapemeniya PDK’ê û qelemşorên wê jî hewl didin sûcên dermirovî û dijminahiya dewleta Tirk a faşît meşrû bikin.

BI CIVÎNA ASTANAYÊ RE DEST BI ÊRIŞAN KIRIN

Bi nêzîkbûna salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji DAIŞ/dewleta Tirk re, PDK û dewleta Tirk li dijî herêmê êrişên xwe zêde kirin. Li gel civîna Astanayê jî dest bi vê pêvajoya êrişan kirin.

Êrişên wekî yên niha dewleta Tirk bi desteka nokeran dimeşîne, me di sala 2014’an de jî dîtibûn.

Balyozxaneya dewleta Tirk a li Mûsilê wek navendeke şerê taybet dihate xebitandin. Vê peywirê niha Kampa Başîkayê û Balyozxaneya Hewlêrê pêk tînin. Dema ku DAIŞ’ê Mûsil dagir kir, yekane saziya biyanî ku bajar neterikand, balyozxaneya dewleta Tirk bû. Li Efganistanê jî rewşeke bi heman rengî derkete holê. Dema ku Kabul teslîmî Talîbanê kirin, balyozxaneya dewleta Tirk a faşîst jê derneket.

Li Mûsilê di esasê xwe de balyozxane wek fermangeha DAIŞ’ê dixebitî lê xebatkarên wê wek dîlgirtiyên DAIŞ’ê nîşan dan. Li wê derê plana Osmaniyên Nû ya Mîsakî Mîllî li ser navê DAIŞ’ê hate meşandin. DAIŞ’ê piştî vê qonaxe dest bi êrişên li ser Kurdan kir. Êrişên li ser Başûr jî têne zanîn. Gef li ser Dihokê hebûn û Hewlêr jî hatibû ber valabûnê. Mexmûr û Şengal jî bûbûn hedefên sereke yên komkujiyê.

KOORDÎNASYONA ŞER DI NAVA SÎNORÊN TIRKIYÊ DE YE

Di 15’ê Îlona 2014’an de, di serî de Kobanê, Rojava bû hedefa DAIŞ’ê. Wê deme cihê koordînekirina çeteyên DAIŞ’ê anku balyozxaneya Mûsilê, di ser Girê Spî re veguhastin Akçakaleyê. Koordînasyona şer êdî di nava  sînorên Tirkiyê de bû. Erdogan, Hakan Fîdan û Hulusî Akar wek hêza rêvebir a projeya qirkirina Kurdan dest bi koordînekirina êrişên DAIŞ’ê kir. 

Rêber Abdullah Ocalan di 2 û 3'yê Cotmehê de bi HDP'ê û birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kirin û got "Divê heta dawiyê li dijî DAIŞ'ê berxwedan hebe. Gelê me yê Kobanê dê heta dawiyê li ber xwe bide. DAIŞ li ku derê be û li her dera ku Kurd lê dijîn, li ku derê DAIŞ hebe, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Tu tawîz ji DAIŞ'ê re nayên dayîn. Mafê kesî nîn e ku gelekî tune bike. Bila Kurd li her derê li dijî vê polîtîkayê rabin ser pêyan. Divê li dijî DAIŞ'ê berxwedaneke mezin bidin meşandin. Heke îro nekin, dibe ku sibê gelekî dereng be" û ji bo parastina Kobanê banga seferberiyê kir. Piştî vê bangê gel daket kolanan û bi çalakiyên aştiyane dest bi parastina Kobanê kir. Şefê faşîst Erdogan di axaftina xwe ya 7'ê Cotmehê de gotibû "Kobanê ha ket ha dikeve" û dewleta Tirk a faşîst tevî Hizbulkontrayê li gelek navçe û bajaran êrişî Kurdan kir. Bûyerên 6-8'ê Cotmeha 2014'an dest pê kirin. Nêzî 50 welatparêz hatin qetilkirin.

PLANA TÊKBIRINÊ PÊK TÎNIN

"Plana Têkbirinê" ku di civîna MGK'ê ya 30'ê Cotmeha 2014'an tê de biryara qirkirina Kurdan dan, ne tenê li Bakur, li her dera Kurd lê ne, dan xebitandin.

Berxwedan li Bakur û Kobanê li dijî êrişan her ku çû mezin bû û 1'ê Mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê hate îlankirin û ji her dera cîhanê piştgirî hate xwestin.

Li hemberî vê yekê, dewleta Tirk a faşîst roja 29'ê Mijdarê êrişî Kobanê kir, bi wesayîtên teqemenî lê barkirî êriş kir.

Kobanê di 26-27'ê Çileya 2015'an de hat rizgarkirin. Bi rizgarkirina Kobanê re, baweriya ku DAIŞ têk naçe, hate şikandin.

Vê encama li Kobanê dewleta Tirk a faşîst dîn kir û êrişên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê zêde kirin, bi fikra ku ji bo serkeftina li Başûr an jî Rojava, teqez divê berxwedana Bakur bişikîne. Çawa ku li wir bi pêş ket, ji Efrînê dest bi dagirkirina Rojava û Başûr kir.

DEWLETA TIRK RASTIYAN BEREVAJÎ DIKE

Îro heke em dixwazin bersiveke rast bidin pirsa li Kobanê çi diqewime, divê em vê paşperdeyê bibînin. Nexwe em ê DAIŞ'ê ku "rêxistineke çêkirî" ye û qirkirina Kurdan bi deste wê tê meşandin, fêm nekin.

Niha bi 7 salan piştî azadkirina Kobanê, dewleta Tirk a faşîst ku di sala 2014'an de bi DAIŞ'ê êrişî Kurdan kir, tevî artêş û çeteyên xwe yên mêtinger êrişên xwe didomîne. Mîna DAIŞ'ê bi hedefgirtina sivîlan hewl dide atmosfereke tirsê biafirîne û li ber çavê cîhanê vê yekê dike.

Wek hinceta van êrişan jî qaşo amadekariya êrişên li hemberî xwe nîşan dide. Anku dewleta Tirk a faşîst hewce nabîne ku êrişên komkujiyê yên li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê înkar bike jî. Dewleta Tirk a faşîst bi bikaranîna her cure çekan hedefgirtina zarokên bêçek, bêparastin û jin, ciwan û pîran didomîne. Vê polîtîkayê li Kobanê bi israr didomîne. Lê belê gelek hêzên global, bi taybetî Rûsya û DYA hene ku îdîa dikin garantorên van xakan in, lê ev hêz bê deng dimînin. Tenê dema ku êriş li ser hêzên dagirker ên Tirk çêbin, dibêjin wan êrişan şermezar dikin.

ÇIMA FAŞÎZM BI DOMDARÎ ÊRIŞÎ KOBANÊ DIKE?

Me hewl da bi kurtasî qala konsepta êrişê bikin. Karl Marks di nîveka salên 1800'î de gotiye "Li ser Ewropayê heyûlayek heye. Heyûla komunîzmê ye." Û got hemû hikumdarên Ewropayê ji vê heyûlayê ditirsin û hewl didin tune bikin. Belê, niha jî ji bo hêzên mêtinger ên tevahiya herêmê, bi taybetî jî dewleta Tirk a faşîst rewşeke bi heman rengî diqewime.

Di rastiyê de ne tenê li Rojhilata Navîn, li cîhanê jî “heyûlayek heye; hayûlaya Kurdan." Em dikarin vê hevoka Mark rojane bikin. Hemû hêzên mêtinger û hêzên global ên herêmê, bi taybetî jî dewleta Tirk a faşîst difikirin ku ev yek wê dawiya hegemonyaya wan bîne û ji avakirina jiyana azad û demokratîk re pêşengiyê bikin. Ji ber vê yekê, Kurd helwestê nîşan didin. Dewleta Tirk a faşîst vê heyûlayê li Kobanê dibîne. Berxwedana Kobanê ya ku DAIŞ têk bir, di heman demê de ruhê têkbirina faşîzmê ye. Şengal tê heman wateyê. Gerîla dibe mîlada vî ruhî. Ji ber vê yekê, ji ber ku wek goristana faşîzmê tên dîtin, tê xwestin ev navend bên hilweşandin.

Heta ku ruhê gerîla, Şengal û Kobanê bijî, dê faşîzm rehet nebe û felsefeya rêber Apo ya ku vî ruhî vedihewîne, teqez dê faşîzmê hilweşîne û pêşengiya avakirina Rojhilata Navîn a azad û demokratîk bike. 

Pirsgirêka heyî, ji êrişên li ser gerîla, Şengal an jî Kobanê wêdetir e. Herî dawî ji bo êrişên li ser Kobanê kuştina 3 leşkerên Tirk ên dagirker li Girê Spî wek hincet nîşan dan. Hakan Fîdan digot sedemên wê ne xem e; "Di demeke kin de em ê biçin aliyê din û 8 roketan biavêjin." Ji bo dewleta Tirk a faşîst ku mîna gurê ku dixwest berxikan bixwe, peydakirin an jî afirandina mafdariyê tu carî ne pirsgirêk bû. Yan rewş veguherandiye firsendekê yan jî bi xwe afirandiye. Ji ber vê yekê, ji holê rakirina ruhên xwedî potansiyela têkbirina faşîzmê, bi taybetî Kobanê, îro bûye polîtîkaya bingehîn a dewleta Tirk a faşîst. Lê çi qas gur bin jî ew ê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd li hemberî vî gurî wekî berxikan nesekinin.

PARASTINA KOBANÊ PARASTINA AZADIYA ME YE

Tecrîda girankirî ya li ser rêber Apo jî bi vê rewşê ve girêdayî ye ku di nava lepên guran de nabe berx.

Ji ber vê yekê em banga Rêbertî ya seferberiya 2-3'yê Cotmehê bînin bîra xwe. Em helwesta gelê Kobanê ya ji bo xwedîlêderketina azadiya xwe geştir bikin, ji ber ku parastina Kobanê xwedîderketina li azadiyê ye.

Bila ji bîr nekin ku yê DAIŞ’ê koordîne dike û dihêle bijî, desthilata faşîst a AKP/MHP'ê ye. Lewma nabe ku mirov qala hilweşîna DAIŞ'ê ya bêyî hilweşîna dîktatoriya faşîst bike. Îro li her cihê ku balyozxane û baregehên leşkerî yên Tirkan lê ne, pêkan e ku êrişên DAIŞ'ê lê çêbin. Bi kurtasî DAIŞ şaxê êrişkariyê yê dewleta Tirk a faşîst e. Kobanê sembola qutkirina vî şaxî ye. Dewleta Tirk bi vê êşê êrişî Kobanê dike. Divê tu Kurd li bendê nebin ku di berdêla hevkariya xwe ya li gel dewleta Tirk de, wek Kurd bijîn.

Ji bo vê jî dem hatiye ku bi yekitiya Kurdan û gelan, Kobanê were parastin. Ev parastin di heman demê de tê wateya rabûna li ber xiyanetê û mehkûmkirina hevkariyê.