Şaneyên DAIŞ'ê li kampa Holê xebatkarekî Heyva Sor a Kurd qetil kir

Li kampa Holê şaneyên çeteyên DAIŞ'ê êriş birin ser nuqteyeke Heyva Sor a Kurd û hemşîreyek qetil kir.

Şaneyên DAIŞ'ê li kampa Holê xebatkarekî Heyva Sor a Kurd qetil kir
11 ÇILE, 2022   18:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ewlehiyî ji kampê dane, du kesan bi sîfeta nexweş derbasî nuqteya Heyva Sor a Kurd a li kampa Holê bûn.

Her du kesan bi alaveke tûj êrişî xebatkarê Heyva Sora Kurd hemşîre Basim Mihemed Mihemed kirin. Di encamê de Basim Mihemed jiyana xwe ji det da.

Hemşîre Basim Mihemed bavê du zarokan e.

ANHA