Komîteya Koçberên Serêkaniyê hevdîtin bi Nadine Maenza re pêk anî

Şandeyeke ji Komîteya Koçberên Serêkaniyê hevdîtin bi Komîsera Komîteya Amerîkayê ya Navneteweyî ya Parastina Azadiya Olî Nadine Maenza re pêk anî. Di hevdîtinê de şandeyê bîlançoya 2 salan a sûcên dewlet aTirk a dagirker ên li ser Serêkaniiyê radestî Nadine Maenza kir. Nadine Maenza da xuyakirin ku ew ê wan belgeyan bighîne Kongreya Amerîkayê.  

Komîteya Koçberên Serêkaniyê hevdîtin bi Nadine Maenza re pêk anî
11 ÇILE, 2022   18:41
QAMIŞLO

Şandeyek Komîteya Koçberên Serêkaniyê li Mala Mêvanan ya li navçeya Amûdê ya girêdayî Qamişloyê  hevdîtin bi Komîsera Amerîkayê ya Navneteweyî ya Parastina Azadiya Olî Nadine Maenza re pêk anî.

Şandeya Komîteya Koçberên Serêkaniyê ji Enahîta Sîno, Ciwan Îso, Reyan Exder, Zehra Semo û Mihemd Xêr Ehmed pê dihat. Di destpêka hevdîtinê de Ciwan Îso diyar kir ku ew bi dîtina û Mihemd Xêr kêfxweş in û got, nerînên wê yên derbarê Şoreşa Rojava de ji wan re cihê şenaziyê ye.

Hevserokê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso rewşa koçberên Serêkaniyê yên di kampan de şîrove kir û diyar kir ku hejmara koçberan di kampan de dighêje 40 hezar koçberî û di Serêkaniya dagirkirî de ji sedî 15 ji şêniyên resen mane.

Di hevdîtinê de behsa pirrengiya pêkhate û civakên li Serêkaniyê hat kirin. Bi vê mijarê Nadine Maenza ji şandeyê xwest ku hin çîrokan pê re parve bikin.

Endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Enahîta Sîno got: “Dema Serêkaniyê ji komên çeteyan hat rizgarkirin, hejmara Xiristiyana li Serêkaniyê kêm bibûn. Wê demê jineke bi temen mezin ji min re got ‘sibe cejna me ye û dêrên me valabûne’, wê demê me wek xelkê Serêkaniyê xwe kom kir û bi mûmeyan me cejna Xiristiyanên heyî bi wan re pîroz kir.”

Şande bîlançoyên 2 salan bi wêne û daneyên hejmarî, ji qetilkirin, wêrankirin û talankirin ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li  Serêkaniyê hatine kirin, radestî Nadine Maenza kir.

Ciwan Îso bi radestkirina belgeyan ev yek got: “Em dixwazin vegerin welatê xwe, em dixwazin dewleta Tirk ji Sûriyê bi giştî derkeve.”

Di dawiya hevdîtinê de Komîsera Komîteya Amerîkayê ya Navneteweyî ya Parastina Azadiya Olî Nadine Maenza spasiya şandeyê li ser serdana wan kir û diyar kir ku ew ê van belge û wêneyan bighêjîne Komîseriya Amerîkayê ya Navneteweyî ya Parastina Azadiya Olî û Kongreya Amerîkî bike û got: “Ez piştgirtiya we dikim.”

(sb)

ANHA