Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê pêşangeha pirtûkan vekir

Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê bi armanca teşwîqkirina xwendinê û wergirtina pirtûkan, pêşangeheke pirtûkan vekir.

Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê pêşangeha pirtûkan vekir
Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê pêşangeha pirtûkan vekir
Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê pêşangeha pirtûkan vekir
Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê pêşangeha pirtûkan vekir
Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê pêşangeha pirtûkan vekir
11 ÇILE, 2022   16:54
TEBQA

Di pêşangehê de gelek xwêner û hezkiriyên xwendinê û endamên Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê amade bûn. Pêşangeh li hola Navenda Çand û Hunerê hat vekirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Rêxistinên Civaka Sivîl Mîlad Faris bixêrhatina beşdaran kir û teqez kir ku armanc ji vê pêşangehê xwendevan li cihekî taybet werin komkirin da ku agahiyên bi hev re par ve bikin, pirtûkên nû bibînin û rêbazên nû bibînin ku rola rewşenbîran li ser wergirtina pirtûkan geş bikin.

Mîlad Faris bang li tevahî beşdar kir ku pirtûkên li pêşangehê bixwînin û pirtûkên dixwazin wergirin. Di pêşangehê de 108 pirtûk hene.

Têkildarî vê çalakiyê Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Şeza El-Hisên axivî û wiha got: "Armanc ji mîna van pêşangehan gelek e, lê armanca me jî teşwîqkirina li ser xwendina pirtûkên kaxizî li şûna xwendina li ser malperan e."

Şeza El-Hisên wiha domand: "Ji ber derfet kêm in, hejmara pirtûkên heyî jî kêm e. Di pêşangehê de pirtûkên felsefî, zanistî, romanên wêjeyî, romanên helbestvan û pirtûkên ji herêma Tebqayê hene."

Şeza El-Hisên di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku ev pêşangeh bibe xaleke erên ji bo xwêner, hezkiriyên xwendinê û bibe piştevaniya pêşetina rewşenbîrtiyê li bajêr.

 (fr)

ANHA