Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Firatê girtina mamoste Zara Mihemedî şermezar kir

Desteya Perwerdê ya Herêma Firatê bi daxuyaniyekê girtina mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemedî ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir.

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Firatê girtina mamoste Zara Mihemedî şermezar kir
Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Firatê girtina mamoste Zara Mihemedî şermezar kir
Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Firatê girtina mamoste Zara Mihemedî şermezar kir
Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Firatê girtina mamoste Zara Mihemedî şermezar kir
Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Firatê girtina mamoste Zara Mihemedî şermezar kir
11 ÇILE, 2022   17:11
KOBANÊ

Daxuyaniya Desteya Perwerdê ya Herêma Firatê bi 3 zimanan hate xwendin. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê mamoste Evîn Teyfor, bi zimanê erebî ji hêla mamoste Fîdan Tobal ve  û bi zimanê ingilîzî ji aliyê mamoste Nîştiman Hacî Murad ve hate xwendin. Daxuyanî li qada navenda Viyan Amara ya Zimanan ya Kobanê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Weke Mîr Celadet Elî Bedirxan gotiye, 'miletên bindest heyîna xwe bi zimanê xwe diparêze'.

Helbet ziman ji bo miletekî tiştê herî girîng e. Neteweyên ku zimanê xwe ji bîr kirine, hatine pişaftin û ji holê rabûne. Lewma ziman nasname ye û bêyî nasnameyê, mirov bê kok û çand e. Her çiqs dijminên me bi hov û rikberî zimanê kurdî qedexe bikin, em jî dev jê bernadin û her em ê  bi zimanê xwe, zimanê kurdî li her derê û dibin her rewşê de jî bixwînin û fêrbibin.

Nemirê Kurd Osman Sebrî gotiye, 'Ger tu bixwazî welatparêziya kesekî nas bikî, lê binêre ka çiqasî li zimanê xwe xwedî derdikeve'.

Dewletên dagirker, dagirkerên xaka pîroz, Kurdistana rengîn, bedew û zêrîn hewil didin, bi hemû rêbaz û şêwazên curbicur zimanê kurdî qedexe bikin û mamosteyên me jî bin çav bikin.

Li Rojhilatê Kurdistanê faşîzma melaliyan, mamoste Zara Mihemedî, ji ber li ser xaka xwe tîpên zêrîn fêrî kulîlkên pêşerojê dikir, ew ceza kirin û xistin zindanê.

Ji ber ku xwest zimanê xwe bi rêya fêrkirinê biparêze, 5 salan cezayê  zindanê ser hate birîn.

Em jî wek Desteya Perwerdehiyê ya Herêma Firatê zilim û binpêkirina dewleta melaliyan, her wiha bêdengiya welatên navneteweyî, sazî û dezgehên mafên mirovan  şermezar dikin.

Zimanê me hebûna me ye, her tişt bi zimanê me xweş e; jiyan, azadî, evîn, eşq û zanîn''.

Rejîma Îranê di 2019’an mamostea Zara Mihemedî girt. Ji ber zimanê dayikê fêrî zarokê bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê dikir. Piştre hate berdan. Lê dûvre di 2020’an de careke din hate girtin û cezayê 10 salan lê hate birîn û piştre ceza heta 5 salan hate sivikkirin. Di heman demê de bi kefalet hate berdan. Lê careke din desthilatên Îranê beriya çend rojan mamoste Zara Mihemedî girt.

(fr)

ANHA