Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê zêde dibin

Li Reqa, Til Birak, Til Rifet û Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê hatin şermezarkirin. Her wiha banga girtina qada heweyî li ber balafirên dewleta Tirk hate kirin.

Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê zêde dibin
Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê zêde dibin
Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê zêde dibin
Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê zêde dibin
Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê zêde dibin
Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê zêde dibin
Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê zêde dibin
Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê zêde dibin
Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê zêde dibin
11 ÇILE, 2022   16:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê zêde dibin. Dewleta Tirk 8'ê Çileyê li Kobanê gelek gund dan ber topan. Di encamê de welatiyek şehîd bû û 16 jî birîndar bûn. Di nav de 6 kes ji malbatekê ne. Her wiha lingê zarokekî 4 salî hate jêkirin.

REQA

Derbarê vê yekê de, Meclisa Malbtên Şehîdan a Reqayê daxuyaniyek bi raya giştî re pave kir. Daxuyanî li ber avahiya meclisê bi beşdarbûna bi dehan endamên meclisê hate dayîn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Nûr Derwîş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyê, bi taybet li ser bajarê berxwedanê Kobanê didomin.  Hate gotin " Zêdebûna asta êrişan nîşaneya ku rejîma Tirk a faşîst li hemberî berxwedana gelê me yê leheng bê çare maye."

Di daxuyaniyê de bêdengiya cîhanê, Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya li hember van êrişan hate şermezarkirin û hate gotin: "Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze îradeya gelê herêmê lawaz bike û fikirên wê yên azad kontrol bike. Lê wê bi ser nekeve, ji ber ku em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin."

Di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî û dadgehên navneteweyî hate kirin ku erkên xwe bi cih bînin, zextê li dewleta Tirk bikin da êrişên xwe li ser herêmê rawestîne.

TIL BIRAK

Li navçeya Til Birak a girêdayî kantona Qamişlo, meşek bi meşeleyan ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyê ve hate lidarxistin.

Bi dehan şêniyên navçeyê beşdar meşê bûn. Di meşê de diruşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.

Meş ji pêşiya avahiya meclisa gel a navçeyê dest pê kir û li çerxerêya Şehîdan a naverasta navçeyê bi dawî bû. Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tariq El-Ebdullah axivî û banga domandina têkoşînê li ciwanan kir.

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bû.

KOORDÎNASYONA PARTIYÊN SIYASÎ YA HERÊMA EFRÎNÊ: QADA HEWAYÎ LI BER TIRKIYÊ BIGIRIN

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y6ZWdSQqHiI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Koordînasyona Partiyên Siyasî ya Herêma Efrînê bi daxuyeniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Cînav Seydo ve û bi zimanê erebî ji aliy endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Welîd Dengelî ve hate xwendin. ê

Daxuyanî li çerxerêya Şehîdên Komkujiya Til Rifetê hate xwendin. Beşdaran wêneyên zarokê bi navê Ebdo Henîfî yê ku di êrişa li ser Kobanê de lingê wî hate jêkirin, hildan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên domdar ên dewleta Tirk ji bo têkbirina îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha hate destnîşankirin ku komkujiya 8'ê Çileyê ya li Kobanê delîlê destwerdan û binpêkirinên dewleta Tirk ên gûrkirina şerê li Sûriyê ye.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên "Garantor" Rûsya û Amerîkayê hate kirin ku dawî li planên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê bînin û qada hewayî ya herêmê li ber balafirên Tirkiyê bigirin.

 Her wiha bang li hikumeta Şamê hate kirin ku serdestiya xaka Sûriyê biparêze û bang li Konseya Ewlekariyê ya NY'yê hate kirin ku hesab ji dewleta Tirk bixwaze.

TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê jî bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku bi lez bikevin tevgerê û dawî li sûcên dewlet Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan bînin.

Daxuyanî bi amadebûna malbatên şehîdan, ji aliyê endamê rêveber ên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mihemed Ereb ve hate xwendin.

Mihemed Ereb got, dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên sînorî didomîne û tevahî cureyên çekên giran bi kar tîne.

Ereb, êrişa dawî ya li ser Kobanê şermezar kir ku di encamê de welatiyek şehîd bû û lingekî zarokekî hate jêkirin û gelek din jî birîndar bûn.

Mihemed Ereb bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku bi lez bikevin tevgerê û dawî li sûcên dewlet Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan bînin.

ANHA