Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov gundekî Kobanê hedef girt

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek gundê Cirin yê rojavayê bajarê Kobanê hedef girt, 5 kes birîndar bûn.

Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov gundekî Kobanê hedef girt
Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov gundekî Kobanê hedef girt
Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov gundekî Kobanê hedef girt
8 ÇILE, 2022   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek gundê Cirin yê li rojavayê bajarê Kobanê hedef girt.

Nûçegihan da zanîn ku di encama bombebaranê de 5 welatî birîndar bûn, navên welatiyan wiha ye: Mihemed Bihaedîn Elî (35), Cîhan Salih Mele Osman (25), Narîn Şukrî Beşar (25), Adil Iyad Kedkanî (25) û Mezlûm Bekir Teyûb (36).

ANHA