​​​​​​​Sakîne, Fîdan û Leyla nûnerên doza her jinekê û her gelekî ne

"Sara, Rojbîn û Ronahî" sê jinên têkoşer û şoreşgerên Kurd in, dengê gelê Kurd û doza wan gihandin tevahiya cîhanê. Her sê şoreşgeran li dijî desthilatdariya Tirk a faşîst li ber xwe da û bi şehadeta xwe ji cîhanê re bûn sembol.

​​​​​​​Sakîne, Fîdan û Leyla nûnerên doza her jinekê û her gelekî ne
8 ÇILE, 2022   01:49
NAVENDA NÛÇEYAN-SOZDAR WEQAS

Sakîne Cansiz (Sara)

Di sala 1958'an de li gundê Textê Xelîl ê Dêrsimê ji dayîk bûye. Ev gund bi navê bajarê komkujiyan hatin binavkirin ku dewleta Tirk salên di navbera 1938 û 1939`an de komkujî tê de pêk anîn.

Di sala 1978`an tevî jineke din Sakîne tev li Kongreya Damezrîner a Partiya Karkerên Kurdistanê bû. 23 kesn bi serkêşiya rêber Abdullah Ocalan kongre li dar xist. Di Gulana 1979`an de hat giştn û îşkence lê hat kirin, ji ber ku agahî têkildarî hevalên xwe eşkere nekirin.

Piştre dest bi meşandina kar û xebatên rêxistinî li bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê kir. sala 1980`î de piştî derbeya 12`ê Îlonê dîsa hat girtin û zêdetirî 10 salan di girtîgehê de ma. Sala 1991`an de serbest hat berdan. Dû wê li Sehil El-Biqa yê Lubnanê di perwerdeyê re derbas bû û berê xwe da Ewropayê. Li Ewropayê çavdêriya birêxistinkirina xebatên jinan kir. Di Adara 2007`an de li ser daxwaza Tirkiyê Interpolê navê Sakîne xist lîsteya sor û heta meheke nîv di girtîgeha Damtturê hat girtin.

Sakîna yekem jin bû ku di dadgehê parastina xwe ya siyasî kir. Di nava girtiyan de kesayeteke pêşeng bû. Di 12 salan de di girtîgehên dewleta Tirk de giyana berxwedanê parast. Girtîgeh kir qadeke din a têkoşînê. Rêbazên îşkenceyê bandor lê nekir û dev ji rêgez û pêkanîna armancên xwe berneda. Yek ji kesên ku xwedî li gireva birçîbûnê ya heta mirinê wek rêbazeke şermezarkirinê derket.

Sakîna Cansiz di xala yekemîn a rojnivîsên Tevahiya Jiyana Min Têkoşîn e de, demên ku hatî girtin bi vê gotinê wesifand: “Bê namûs Asad Oktay bi pêkanîna hemû cureyên îşkenceyê dihat naskirin, lê ez li hember wî sekinîm û di çavên wê yên qirêj nêrîm û min tuf li rûyê wî yê kirêt kir. Gelekan ev bûyer wek kirineke gelekî wêrek bi nav kir ruxmî îşkenceya hovane. ”  

Fîdan Dogan (Rojbîn)

Nûnera Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi kar û xebatên xwe û serkeftina di warê dîplomatîk de dihat naskirin. Rojbîn ji ciwantiya xwe ve rêya şoreşê pejirand. Tev li gelek panel û civînan bû. Li parlamento û Meclisa Ewropayê nûnertiya doza gelê kurd kir.

Rojbîn dengê gelê kurd û doza wî bi rêya çalakiyên xwe û karê xwe yê serkeftî dihand cîhanê.

Leyla Şaylemez (Ronahî)

Leyla ji kadroyên nifşê sêyemîn ê şoreşa jinan e. Ji ber girêdana xurt a bi nasname û çanda xwe li Ewropayê tev li têkoşîna azadiyê bû. Ronahî ji bo tevgerên ciwanên kurd ên li Ewropayê bûbû pêşeng.

Bi berxwedana her sê jinan û bi dehan jinên mîna wan, îro birêxistinkirina jinên serbixwe di hemû waran de gihaşt astekê ku em dikarin bêjin ew encamên salên dirêj ên têkoşînê ne.

Ji bo bîranîna salvegera 9`an a şehîdxistina her sê jinan ku di 9`ê Çileya 2007`an de li Parisê pêk hatibû, nûçegihanê me hevpeyvînek bi seroka Weqfa Jîn a Jinan a li Lubnanê Buşra El-Elî re çêkir.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

*We têkoşer Sakîna Cansiz çawa û li ku derê nas kir û di kesayeta wê de herî zêde çi bala we kişand?

Ger mirov bixwaze têkoşera Kurd û sembola neteweyî şehîd Sakîna Cansiz nas bike, têkoşîna wê, xwendina daxuyaniyên wê û temaşekirina bernameyên tevlê bûyî ye, ev hemû têrê dikin ku mirov wê nas bike. Heke mirov têkoşîna wê bi rewşa dijwar a ku di pêvajoya têkoşîna xwe de pê re rû bi rû maye ve girê bide, wê asta vîn û israra wê ya li ser bidestxistina maf û azadiya gelê xwe nas bike.

*Taybetmendiyên şehîd Sakîne Cansiz çawa bûn, gelo hûn dikarin behsa bîranînên xwe yên bi wê re bikin?

Ger mirov li awirên wê yên dijwar binêre, wê asta girêdana şehîd Sakîne Cansiz bi xak û welatê xwe ve, her wiha bi doza xwe ya adilane û bi doza jinên gelê xwe, herêm û cîhanê ve nas bike. Ruxmî zor û zehmetiyên ku kişandin, lê dîsa jî her dem dikeniya, ev jî hezkirina wê ya ji jiyanê re dida xuyakirin. Mebesta min ji vê gotinê jiyana azad û birûmet a ku hewl dida ava bike.

Şehîd Sakîne Cansiz bi zarokan re zarok bû, bi ciwanan re ciwan bû û bi mezinan re jî mezin bû. Dizanîbû çawa civakê li derdora xwe kom bike, da ku ji wan re çîroka gelekî jibîrkirî bibêje. Her wiha dizanî bi çi rengî hezkirina welat û azadiyê bixe dilê wan. Şehîd Sakîne Cansiz di hemû şert û mercan de sembola fedakariyê bû.

Divê her çalakgereke jin têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz  bi kûrahî nas bike, ji ber ku têkoşîna wê bingeh û kûrahiya têkoşîna nûjen a jinan a ku li hemberî dagirkerî, mîtîngerî, kapîtalîzim, împaryalîzim û hişmendiya mêrdestî têkoşiya, îfade dike.

We dest bi projeya wergerandina bîranînên şehîd Sakîne Cansiz (Jiyana min hemû şer e) kir ku behsa rêwîtiya têkoşîna wê dike. Armanca we ji vê projeyê çi ye?

Em tevde asta sextekirin, veşartin û reşkirina têkoşîna jinan bi giştî û ya jinên herêmên me, Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê û Kurdistanê dizanin. Dema ku stêrka jina Kurd di şerê wê yê li dijî hemû awayên tarîtiyê de an ku li dijî DAIŞ'ê geş bû, hemû dezgehên ragihandinê bi zanebûn navên jina Kurd ên şerker derxistin, ev jî ji ber girîngiyekê bû, lê behsa sedemên serkeftina jinên Kurd nekirin. Ev têkoşîn di demekê de pêk hat ku piraniya artêşên rejîmê yên li herêmê paşve vegeriyan û herêm di nav pençên komên îslamî yên cîhadest û tundraw de hiştin.

Di vir de divê mirov balê bikişîne ser fikrê li pey serkeftina jinên Kurd di şerê li dijî DAIŞ'ê de. Ji ber ku tenê bi hilgirtina çekê wê serkeftina li hember zaliman ne pêkane be. Lê divê li gelê çekê fikirekî xurt û nêrîneke baş bi hemû îhtîmalan hebe.

Projeya wergerandina bîranînên şehîd Sakîne Cansiz, di çarçoveya nasandina hemû serhildan û têkoşîna jinên Kurd û bandorên wan, gavên ku avêtine, êşên ku kişandine, serkftinên ku bi dest xistine de hatiye amadekirin. Ji ber ku têkoşîna şehîd Sakîne encama têkoşîna rizgariyê ye ku jinên Kurd hîna didomînin û bi dawî nabe. Bi hêvî me ku vê projeyê temam bikim. Beşên du û sê ji van bîranînan mane ku tên wergerandin. Bi hêvî me ku di van du salan de bi dawî bibe.

Hûn dikarin bînin ziman ku hestên we di dema wergerandina projeyê de çawa bûn?

Li kêleka xebata min di komeleyên jinan de û çalakiyên min, ez dem dem bi wergerê re mijûl dibim. Lê dikarim bêjim ku dema min beşa yekemîn ji bîranînên şehîd Sakîne Cansiz werdigerand, ji xweştirîn dem bû, ji ber ku her xêzek û hevokek temsîla min, doza min, êş û hêviyên min dikin. Li aliyekî din jî dema min beşa yekemîn ji pirtûkê da çend jinên Ereb da ku pêşgotinekê jê re binivîsin, heman hestên min gotin, heta gotin divê bi lez  bîranînên şehîd Sakîne Cansiz werin belavkirin. Da ku her jineke têkoşer jê sûdê werbigire. Ev jî tê wateya ku bîranînên wê ji hemû neteweyan re derbasdar e, nexasim ku şehîd Sakîne Cansiz ji bo hemû jinan têkoşiyaye.

Têkoşer Sakîne Cansiz ji destpêka damezirandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê û rizgariya jinan  û heta niha jî pêşeng e. Bi nêrîna we ji ber çi ye?

Em ji bîr nekin ku têkoşer Sakîne Cansiz ji damezrînerên têkoşîna rizgariya Kurdistanê ye, ya din jî yek ji du jinên ku tev li kongreya damezrîner a PKK`ê bûbûn e, her wiha keça malbateke ku ji komkujiya Dêrsimê ya 1938`an rizgar bûyî ye, di encamê de têkoşîna wê tolhildana komkujiyeke xeternak e ku di encamê de bi hezaran jinên Kurd bûne qurban. Belê têkoşîna wê tolhildana ji zihniyeta komkujî û qirkirinên li dijî gelê Kurd û gelê herêmê ye.

Li aliyekî din jî têkoşer Sakîne Cansiz kevirê bingehîn ê Tevgera Rizgariya Kurdistanê danî, tev li hemû qonaxên têkoşîna jinên Kurd bû. Her wiha di demeke ewqas zor û zehmet de, yekemîn jina Kurd bû ku bi rêxistinkirina jinên Kurd de difikirî.

Şehîd Sakîne Cansiz di girtîgeha Amedê de li dijî sîstema desthilata a Tirk û zextên wê têkoşiya. Bi dehan siyasetmedarên Kurd wekî Leyla Guven û Fîgen Yuksekdag û Aseyl Tugluk û jinên din dane ser şopa wê. Gelo hûn têkoşîn û bandora wê ya li ser têkoşîna jinên Kurd çawa dinirxînin?

Gotineke navdar heye dibêje, bi peyketina daxwazan, maf winda nabe. Tişta balkêş di têkoşîna modern a jinên Kurd de ew e ku xwe bi xurtî birêxistin kirine. Di encamê de bi rewşên takekesî pêşengtî sînordar namîne, lê belê her jineke Kurd a çalakger dibe projeya têkoşereke xurt, nexasim heger em mercên zehmet, zext, çewisandin, asîmîlasyon û faşîzmê di ber çavan re derbas bikin, ku rejîma Tirk bi hemû desthilatên xwe û hêzên xwe yên ewlehî û leşkerî li dijî gelê Kurd bi giştî û jinên Kurd bi taybet pêk tîne.

Di encamê de, li hember van zextan hemûyan gelek jinên Kurd enerjiya xwe derxistin û bûn têkoşerên xurt li dijî desthilata faşîst a Tirk. Li ser vê yekê desthilata Tirk serî li siyasetên girtinê dide da ku hêz û îradeya jinan bişkîne. Lê siyasetên wê bi ser neketin. Ji ber ku girtîgehên Tirkiyê veguherîn minareyên vîna xurt û berxwedana leheng, ku şehîd Mezlûm Dogan di Newroz 1982'yan de agirê wê bi darikeke çixatê pêxist.

Ji lew re, em dibînin ku îro girtîgehên Tirkiyê de tije jinên têkoşer, nexwasim ên Kurd in, çi çalakvanên hiqûqî be, an hevşaredar, an serokên partiyan, an jî parlamanter bin ku roleke pêşeng di berxwedanê de pêk tînin. Ev yek di berxwedana "Greva birçîbûnê" an ku "Rojiya mirinê" de eşkere dibe. Rojiya mirinê ya têkoşer Leyla Guven ji bîra me naçe. Leyla Guven ji bo armancên mirovî, exlaqî û wijdanî 200 rojî ev berxwedana greva birçîbûnê raber kir. Bi vê berxwedanê banga naskirina çarenûsa rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda girtinakirî ya li ser wî kir. Ev mînakek ji mînakên mezin ên li ser berxwedana girtiyan e.

Çima heta niha li ser şehîdxistina her sê têkoşeran hesab ji sûcdaran (MÎT`A Tirk), nehatiye xwestin û hikumeta Fransa bê deng e?

Şehîd Sakîne Cansiz bi armanca tolhildana komkujiya Dêrsimê têkoşiya, lê di komkujiya Parisê de gihaşt asta şehadetê û bû semboleke cîhanî ya watedar.

Gelek bûyerên qetilkirina siyasetmedaran çêbûne, lê hîna jî deriyê lêpirsînê nehatiye vekirin, ji ber ku parastina berjewendiyên aborî û siyasî yên di navbera dewlet û desthilatan de dikin. Komkujiya li Parisê jî yek ji wan e. Em bûyera qetilkirina serokwezîrê Siwêdê Olf Palme ji bîr nakin ku bi salên dirêj dewam kir û Partiya Karkerê Kurdistanê (PKK) tawanbar dikirin, lê herî dawî hate diyarkirin ku destên vê partiyê tê de tune ye.

Têkildarî komkujiya li Parîsê jî, tê zanîn ku îstîxbarata Tirk û ya Fransayê bi hev re plana vê komployê kiribûn, dibe ku aliyên din jî beşdar bûbûn. Tevî ku nasnameya kujer zelal bû ku endamekî MÎT'ê ye û ruxmî mirina wî ya ne zelal di girtîgehê de, lê hîna ev komkujî nehatiye naskirin, sedema vê yekê berjewendiyên hevpar ên di navbera Tirkiyê û Fransayê de ye.

(eh)

ANHA