ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-01-2022
8 ÇILE, 2022   00:00

-Li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 96'an de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê şehîd Sakîne Cansiz û hevalên wê bi sînevîzyonekê li ser jiyana wan bi bîr tîne. Saet 10:00’an. Di heman mijarê de şêniyên Çilaxa şehîd Saknîne Cansiz û hevalên wê li navenda çandê ya Dêrikê saet 11:00’an bi bîr tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Koçberên herêma Serêkaniyê ya Kampa Serêkaniyê ya Hesekê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyekê li kampê dide. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê li hember tevkariya PDK’ê bi artêşa Tirk a dagirker re li dijî gerîlayan û girtina deriyan bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyêli dijî tevkariya PDK’ê bi artêşa Tirk a dagirker re xwepêşandanekê li dar dixin. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Qamişlo meşek ji çerxerêya Tufahe ya Qamişlo ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê li dar dixe. Saet 10:30’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Saziyên civakî  yekitiyên wê civîneke berfireh li navçeya Dêrikê ya Qamişlo ji bo nîqaşkirina doz û astengiyên civakî, siyasî, aborî, xizmetguzarî û rêxistinî li stada werzîşê li dar dixe. Saet 10:00’na sibehê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin navçeyên Zirgan û Til Temirê yên kantona Hesekê dorpêç bikin, rêyên sereke li ser qut bikin. Ji ber wê bi dijwarî her du navçeyan topbaran dikin, bi taybet gundên Derdara, Til Şinan, Um El-Kêf ên Til Temirê û gundê Esediye yê Zirganê topbaran dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Parêzer û endamê Yekitiya Hiqûqnasên Herêma Firatê, Azad Ebdî diyar kir ku Tirkiye li pêş çavên cîhanê qanûnên navneteweyî binpê dike û got, divê dewleta Tirk a dagirker û rayedarên wê ji ber binpêkirinan, bi taybet di warê bikaranîna çekên kîmyewî werin cezakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a herêma Efrînê Silêman Cefer diyar kir ku ew bextewar e ku du saetaN bi Sakîne Cansiz re rûniştiye û destnîşan kir ku Sakîne weke mezargehekê bû her kesî berê xwe dida cem wê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Nîqaşên li ser normalîzekirina têkiliyên dewletên Ereban û hikumeta Şamê berdewam in. Behreyn yek ji wan dewletan bû, lê xuya ye ku gelek dewlet li benda dema guncaw in. Sûda ku tê dewlet ji vê yekê bigirin, çi ye? (BI WÊNE)

KURDISTAN

-Hevserokê Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Hecî Kaçan piştrast kir ku dewleta Tirk û PDK`ê fişarê li hikumeta Iraqê dikin ku dora kampê bi têlan bike sûre. Kaçan bang li Iraq  û NY`yê kir ku kampê biparêzin û êrişên dewleta Tirk rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kesayetê welatparêz Hac Ferhan Îbrahîm got damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hêviyên gelê Kurd geş kirin û Kurd ji koletî û neheqiyê rizgar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîskar û helbestvanên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir ku girtina deriyên sînor ji aliyê PDK'ê ve, ji bo xizmeta dagirker û dijminên gelê Kurd e.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-"Sara, Rojbîn û Ronahî" sê jinên têkoşer û şoreşgerên Kurd in, dengê gelê Kurd û doza wan gihandin tevahiya cîhanê. Her sê şoreşgeran li dijî desthilatdariya Tirk a faşîst li ber xwe da û bi şehadeta xwe bûn semboleke cîhanê. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariyên gel ên herêma Cizîrê ji bo nirxê her empêreke kehrebeya jeneratoran biryara 4 hezar lîreyî daye. Xwediyên jeneratoran carinan zêdetirî 4 hezar lîreyî digirin û şêniyên herêmê dibêjin “Em nikarin nîqaşê bi xwediyên jeneratoran re bikin, dibêjin ji xwe re jeneratoreke din peyda bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA