Şêniyên Girê Spî yê dagirkirî zarokên xwe naşînin dibistanan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek dibistanên bajarokê Silûkê yê kantona Girê Spî ya dagirkirî veguherandin baregehên leşkerî û derî û pencereyên dibistanên din dizîn ku şêniyên navçeyê naxwazin zarokên xwe bişînin wir.

Şêniyên Girê Spî yê dagirkirî zarokên xwe naşînin dibistanan
7 ÇILE, 2022   11:39
EYN ÎSA

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker derî, pencere û amûrên perwerdeyê yên dibistanên kantona Girê Spî ya dagirkirî dizîn û gelek jê veguherandin baregehên leşkerî.

Çavkaniyan ji kantona dagirkirî ragihand ku piraniya dibistanên bajarokê Silûkê bê derî û pencere ne.

Her wiha heman çavkaniyan da zanîn ku zarok naçin dibistanan ku tê de bi materyalên dewleta Tirk perwerde tê dayîn.

Li herêmên dagirkirî şênî ji ber tunebûna xebatên bingehîn ên wekî nan û mazotê, ne razî ne. Ji ber ku nirxê bermîla mazotê gihaşt 500 hezar lîreyên Sûriyê, şênî neçar man bi êzing, tûrikên plastîk û sergînan malên xwe germ bikin.

(şx)

ANHA