Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê, serî li dozgeriyê da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da
7 ÇILE, 2022   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, tevî birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da. Malbatan xwest roja duşemê hevdîtinê bikin.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an ve li Girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.

Herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi rêber Ocalan re axaftin hatibû kirin, lê ev axaftin jî nîvco hatibû hiştin.