Hêzên hikumeta Şamê çiyayê Zawiye topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê hemwextî şerên li Sehil El-Xab ê rojavayê Hemayê, gundên Bare, Filêfil ên çiyayê Zawiye yê li başûrê Idibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê çiyayê Zawiye topbaran kir
7 ÇILE, 2022   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hêzên hikumeta Şamê vê sibê gundên Bare û Filêfil ên çiyayên Zawiye yê li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Hemwextî wê, li eniyên Sehil El-Xab ê rojavayê Hemayê şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de rû da. Lê agahî der bare windahiyan de nehatin bidestxistin.

(şx)