Sedema bihabûna heqê otobusên gel ên Qamişloyê

Tevî ku heqê otobusên gel ên Şaredariya Gel a Qamişloyê bûye 200 lîreyên Sûriyê jî, lê eleqeya ji bo otobusan, ji ber ku erzan in, hê jî zêde dibe.

Sedema bihabûna heqê otobusên gel ên Qamişloyê
7 ÇILE, 2022   08:43
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Hewldanên çareserkirina pirsgirêka veguhastin û hatin û çûnê li Qamişloyê ku ji bajarên herî mezin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, berdewam in. Projeyên ji bo vê yekê dewam dikin û otobusên (bas) gel di 1'ê Tîrmeha 2019'an de dest bi xizmetê kir. Serjimara bajar nêzî milyonekê ye û otobusên gel hişt ku trafîka li bajêr hinekî din rehet bibe.

Heqê otobusên gel di destpêkê de 25 lîreyê Sûriyê bû ku ew jî buhayekî sembolîk bû û bûn tercîha sereke ya her kesî. Destpêkê hejmara otobusan 5 bû û piştre ji ber daxwaza zêde ev hejmar derket 19'an. Her wiha li Amûdê û Girkê Legê yên kantona Qamişloyê jî li her navçeyekê 2 otobusan dest bi xizmetê kir.   

BILINDBÛNA NIRXÊ DOLAR BÛ SEDEMA ZÊDEBÛNA HEQÊ OTOBUSAN

Li gel cezayên DYA’yê yên Qanûna Qeyser nirxê dolar li Sûriyê zêde bû û bandor li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir ku li herêmê piraniya berheman tên têne hawirdekirin. Zêdebûna dolar bi awayekî neyekser bandor li heqê otobusan jî kir. Heqê veguhastinê ku beriya 20'ê Kanûna 2021'an 100 lîre bû, derket 200 lîreyî.

Li gorî şert û mercên heyî her çend buhayekî sembolik be jî, zêdebûna heqê otobusan bû sedema bertekan. Lê gel ji ber zêdebûna nirxê dolar, girtina deriyê sînor ê Sêmalkayê û ambargoyên li ser herêmê, Rêveberiya Xweser sûcdar nake.

Her çend heqê wan zêde bûbe jî, gel otobusên gel tercîh dikeî ji ber ku heqê wan kêm e. Medya Ehmed ku bi otobusa gel ji bazara Qamişlo ber bi taxa Nîmetiyê ve diçû, got: "Her tişt biha dibe, ji ber ku nirxê dolar zêde dibe. Heqê otobusan jî her wisa ye."

Ji ajokarên otobusên gel Riyad Ehmed Hisên jî diyar kir ku ji ber buhayan bertek hene lê tevî şertên şer û ambargoya li herêmê ew hîna jî xizmetê dikin.

‘SEDEMA BINGEHÎN ZÊDEBÛNA BUHAYÊN PARÇEYAN E’

Rêveberê Gerînendetiya Veguhastinê ya Kantona Qamişloyê Mihyedîn Derwîş diyar kir ku li gel sedemên xuya, ew neçar man ji 20'ê Kanûna 2021'an ve heqê otobusan ji ber zêdebûna buhayên parçe, mazot û lastîkan, zêde bikin.

Mihyedîn Derwîş diyar kir ku wan di sala 2019'an de ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku gel ji ber bilindbûna heqê teksiyan, otobusên gel xistin xizmetê û got: "Li Qamişlo, Amûdê û Girkê Legê bi giştî 23 otobusên me hene. Her çend bertekên li hemberî zêdebûna heqê otobusan hebin jî daxwaza gel a sereke zêdekirina hejmara otobusan e. Heke dolar dakeve, em dikarin li gorî budçeya gel heqên wan daxin. Ji bo bicihanîna daxwazên gel em dixebitin.”

10 OTOBUSÊN DIN DEST BI XIZMETÊ DIKIN

Mihyedîn Derwîş got otobusên gel mehane dora 180 hezar rêwî veguhastine û têkildarî planên wan ên sala nû ev agahî dan: "Em hewl didin bi zêdekirina otobus û seferên wan, vê hejmarê bikin 300-400 hezar. Budçeya ku di çarçoveya projeyên şaredariyê yên sala 2022'yan de hatiye veqetandin, em ê pê 10 otobusên din bixin xizmetê. Bi otobusên nû em ê li ser rêya bakur-başûr a Qamişloyê û rêya Zanîngeha Rojava dest bi xebitandina otobusan bikin. Her wiha em ê ji bo xwendekaran heqê otobusan bi qasî 100 lîreyî daxin."

ANHA