Li Xezayê careke din nîşaneyên rageşiyê derketin holê

Piştî heft mehan ji îstîqrara li Xezayê, careke din nîşaneyên rageşiyê derketin holê, ji ber ku tu guhartin di dosyên agirbestê de çênebûn, ji wan dosyaya jinûveavakirina Xezayê û sivikkirina ambargoya Îsraîlê ji beriya 15 salan ve li ser Xezayê ferz kiriye.

Li Xezayê careke din nîşaneyên rageşiyê derketin holê
7 ÇILE, 2022   09:16
XEZA-OMER MÛSA

Avêtina topan ji Xezayê ber bi Til Avivê ve ji geşedanên meydanî yên li Xezayê ne qut in û li gorî çavkaniyan, Tevgera Hemasê berpirsa van êrişan e û xwest nameyeke siyasî ji Îsraîlê re ragihîne, ji ber ku tu guhartin di dosyên agirbestê de çênebûn, ji wan dirêjkirina Îsraîlê ji dema rakirina cezayên dosyaya jinûveavakirina Xezayê û redkirina sivikkirina ambargoya ji beriya 15 salan ve li ser Xezayê daye ferzkirin.

Piştî heft mehan ji şerê Îsraîlê yê dawî yê li dijî Xezayê, hîn jî dosyayên agirbestê yên ku li ser bingeha wê 21`ê Gulana derbasbûyî agirbest hate ragihadin, wekî xwe ne. Mînaka vê yekê jî, dosyayên jinûveavakirin û ambargoya li ser Xezayê hîn jî wekî xwe ne.

GEŞEDANÊN DAWÎ BI ARMANCA GUHARTINAN E

Di geşedanên vê dawiyê qewimîn de, nerazîbûnên komên Filistînê yên li Xezayê nîşan kir, ji ber ku dosyayên agirbestê wekî xwe man, ji wan topbarankirina ji Xezayê ku di encamê de îsraîliyek birîndar bû, her wiha du moşek ji Xezayê li deryaya li hemberî bajarê Til Avivê ketin.

Li gorî medya Îsraîlê bûyerên qewimîn, asta sistbûna agirbesta li Xezayê diyar dike û ev yek bi armanca guhartinê pêk hatiye. Li aliyekî din jî ruxmî hikumeta Îsraîlê û lîderên Tevgera Hemasê naxwazin careke din rageşî çêbibe, lê dosyayên agirbestê helwestan diguhere.

Tevî ku rojnameya "Yedioth Ahronoth" ragihand ku rêgeha çareseriyê û xebata bi armanca parastina wê, ji Îsraîlê tê xwestin, lê rojnameya "Haaretz" destnîşan kir ku tevgerên Hemas û Cîhad Îslamî her yek ji bo berjewendiyên xwe dixwaze zextê li Îsraîlê bikin, da ku hîn zêdetir tawîzan bide. Li aliyekî din jî bi îhtîmala rageşiyeke nû li Xezayê, ji xeteriyê re amade ne û tê payîn ku geşedanên dawî bi tengaviya lîderên Tevgera Hemasê ve girêdayî be, ji ber ku projeyên jinûveavakirina Xezayê wekî xwe ma û dixwaze zextê li Îsraîlê û Misirê bike da ku hîn bileztir tev bigire.

AMBARGO, JINÛVEAVAKIRIN Û DÎLGIRTÎ: DOSYAYÊN GEŞEDANÊN MEYDANÎ DIGUHERIN

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Mixêmîr Ebû Sede ji ajansê re diyar kir ku îhtîmala rageşiyê ji her demê zêdetir diyar dibe û wiha got: "Dosyaya jinûveavakirinê ku ji 21`ê Gulana derbasbûyî ji dema agirbestê ve, tu pêşketin tê de çênebûn, wekî bombeya li ber teqînê ye, her wiha ambargoya Îsraîlê li ser Xezayê ferz kiriye jî bi heman astê ye û Îsraîl naxwaze li ser Xezayê sivik bike."

Ebû Sede da zanîn ku Xeza zehmetiya aloziya aborî dikişîne, ji ber ku bi şerê dawî bandor bû, ev jî tê wateya ku Îsraîlê dema rakirina cezayan li ser Xezayê dirêj dike, ji lew re dibe ku careke din şer biqewime. Endamê nivîsgeha siyasî ya tevgera Hemasê Hûsam Bedran jî axivî û got, berxwedan berdewamkirina ambargoya li ser Xezayê qebûl nake û rojên bê dê ji her kesî re isbat bike ku berxwedan, gelê xwe naxapîne û dê li hemberî vê rewşê zêde bê deng nemîne.

Ebû Sede jî daxuyand ku pêkanîna peymana pevguhartina dîlgirtiyan ji bo Tevgera Hemasê girîng e û tevger gelek hesaban li ser vê dosyayê dike. Di vê çarçoveyê de jî gefên serokê nivîsgeha siyasî ji tevgera Hemasê re Îsmaîl Heniye ya ku muhteml e tevgera wî dîsa bi operasyonên dîlgirtinê rabe, da ku Îsraîlê neçar bike ku peymana pevguhartina dîlgirtiyan çareser bike, kiryareke dosyayê xurt dike.

(eh)

ANHA