"Komciha Olan" amadekariya lidarxistina konferanseke navneteweyî ya ol û baweriyên Mezopotamyayê dike

Komciha Olan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariya lidarxistina konferanseke navneteweyî di navbera 10 û 11’ê vê Çileyê de dike. Her wiha endamê komîteya amadekar şêx Mazin Mihemed da zanîn ku armanca konferansê avakirina hîmekê ji bo kombûna olan li ser biratî û mirovahiyê ye.

"Komciha Olan" amadekariya lidarxistina konferanseke navneteweyî ya ol û baweriyên Mezopotamyayê dike
7 ÇILE, 2022   06:32
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Rageşiyên xwe dispêrin ol û mezheban ji rageşiyên herî xwînrêj di dîrokê de ne û yên herî dijminane ne. Tişta li cîhanê, bi taybet li Rojhilata Navîn dibe ji ber rageşiyan e. Ji bo dîtina çareyeke binyad ji van rageşiyan re û komkirina gelên herêmê li ser gotina biratiya hevbeş Komciha Olan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariya lidarxistina konferanseke navneteweyî bi navê "Konferansa Navneteweyî ya Ol û Baweriyên Mezopotmayê" di navbera 10 û 11’ê vê Çileyê de dike.

Di konferansê de dê dozên li pêş olê asteng in ku nahêle bibe hîmeke jiyana hevbeş, hêmanên ku bûne sedemên kiryar û sûcanên li dijî gelan bi navê olê, çawa ol rola xwe di çarekirina pirsgirêkan de bilîze, geşkirina aştî, demokrasî û exlaqê di civakê de, werin nîqaşkirin.

Dê beşdar gelek dozan lêkolîn bikin, ji wan; dîroka tevgerên tundraw û rola wan di jevkirina civakan de, rola hêzên hegemon û desthilat di bikaranîna olan de ji bo armancên xwe, astengiyên li pêş azadiya olan, bandora nijadperestiyê li ser jinan, bandora nijadperestiya olî li ser civakên êzidî û xiristiyan, rola nijadperestiya mezhebî û olî di civaka îsmalî de û bandora wê li ser civakan, bandora nijadperestiyê li ser olên kevn Kakaiya Sabîe, rola tevgerên ronakbîr û demokrat di pêkanîna jiyana aştiyane ya nava olan de, rola tevgerên jinan di xebata ronakbîr û veguherîna demokrasiyê de, pêwîstiya nûkirina xîtaba olê di têkbirina fikirên olê yên tundraw de, nirxên hevbeş ên di navbera olan de, cihêrengiya ol û baweriyan di dewlemendî û avakirinê de ku tê de dijminatî û rageşî tune be.

Komîteya amadekar vexwendname ji nûnerên piranî ol, bawerî, etnîk û mezhebên li Rojhilata Navîn re şand, mîna olên xiristiyan, êzidî, îsmalî bi hemû etnîk û mezhebên wê, yahûdî, zerdeştî, Kakaiya Sabîe, Hindos, Sîx, kobûna dêrên cîhanê, nûnerên ji dêrên cîhanê bi hemû etnîkên xwe yên katolîk, artodoks û nûnerên ji Ezher û gelek kesayet, nûnerên ol û baweriyên li cîhanê.

‛SEDEMÊN LIDARXISTINA KONFERANSA NAVNETEWEYÎ’

Endamê komîteya Komciha Olan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamê komîteya amadekar a Konferansa Navneteweyî ya Ol û Baweriyên Mezopotamyayê şêx Mazin Mihemed îşaret bi girîngiya lidarxistina mîna van konferansan kir û wiha ji ajansa me re got: "Gelek sedem hene ku divê ev konferans li dar kevin. Ji wan derketina komên tundraw, polîtîzekirina ol û baweriyên heyî ji bo ajande yan jî aliyên diyar û bikaranîna piranî ol û baweriyan ji aliyên siyasî ve, bikaranîna olê ji bo armancên diyar û jevkirina gelan, nakokiya berdewam di navbera ol û baweriyan de, da ku rageşî berdewam bikin û desthilatê mayînd bikin."

Mihemed da anîn ku komîteya amadekar hewl da xwe bigihîne tevahî kesayetên oldar û mezhebî û wiha domand: "Piraniyan li ser beşdarbûna konferansê erê kir û kêfxweşiya xwe ji bo vexwendnameyê anîn ziman."

Mihemed teqez kir ku gelek sedem hene ku ev kesayet nikaribin beşdar bibin, ji wan jî siyasî û girtina deriyê Pêşxabûr ji hêla PDK’ê ve ne.

‛ARMANC’

Têkildarî armancên lidarxistina konferansê Şêx Mazin Mihemed ev tişt anî ziman: "Armanca sereke avakirina hîmeke girseyî, civakî û olî ye da ku tevahî ol li hev bicivin, li ser bendên hevbeş li hev kom bibin, ji pirsgirêkên nehevbeş ên çêkirî yên di navbera olan de bi dûr kevin û li ser gotina biratî û mirovatî li hev kom bibin."

(fr)

ANHA