Rojnameyên erebî: Bûyerên kuştinê li Derayê yê başûrê Sûriyê zêde bûn

Rojnameyên erebî vê sibê der barê rewşa Sûriyê, Sûdanê û Lîbyayê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Bûyerên kuştinê li Derayê yê başûrê Sûriyê zêde bûn
Rojnameyên erebî: Bûyerên kuştinê li Derayê yê başûrê Sûriyê zêde bûn
Rojnameyên erebî: Bûyerên kuştinê li Derayê yê başûrê Sûriyê zêde bûn
7 ÇILE, 2022   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

`BÛYERÊN KUŞTINÊ LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ ZÊDE BÛN`

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: "Tevliheviya ewlehiyê li parêzgeha Derayê li başûrê Sûriyê ji 2018`an ve zêde bûne. Piştî ku hikumeta Şamê parêzgeh kontorl kir, êdî rojane rêveberên komên çekdar, efserên rejîmê û kesayetên alîgirên milîsên Îranê tên kuştin.

Li parêzgeha Derayê di du rojên dawîn de 3 bûyerên kuştinê li dijî 2 birayan li bajarên Newa yê rojavayê gundewarê parêzgehê û ciwanek din li bajarokê Sehim El-Colan ê rojavayê gundewarê parêzgehê pêk hatin.

Li gorî daneyên herêmî li Derayê di 2021`an de zêdetirî 473 bûyer û hewldanên kuştinê pêk hatine di nav de 233 li dijî kesayetên sivîl ku alîgirên rejîmê ne û yên muxalefetê pêk hatin."

`LI SÛDANÊ HEJMARA QURBANIYÊN XWEPÊŞENDAN GIHAŞT 60 KUŞTÎ`

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: "Duh li Sûdanê xwepêşenda dîsa destpê kirin û banga desthildata sivîl hatin kirin. Ji ber wê piraniya pirên sereke yên di navbera bajarên Xartûm, Um Derman û Xertûm Behrî de û rêyên digihêjin navenda fermandariya giştî ya artêşê û qesra serokatiyê li naverasta Xertûmê hatin girtin

Li gorî komîteya bijîşkan di xwepêşendanên duh de ciwanek ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kuştin. Bi vê yekê hejmara qurbaniyên xwepêşendanên ji dawiya Cotmeha borî ve destpê kirine bû 60."

`NE DIRÊJKIRIN Û NE JÎ PÊVAJOYEKE DEMKÎ YA 6`AN`

Der barê kar û barên Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: "Şêwirmendê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephanie Williams daxuyanî da û bi rêya wan gelek peyam da parlamento û serokê hikumetê Ebdulhemîd El-Debîbe ku hikumeta El-Debîbe nayê dirêjkirin û pêvajoyeke demkî ya 6`an tune ye. "

(şx)