`Dewleta Tirk a dagirker gund topbaran kir û top li malan ketin`

Şêniyên gundên rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê, piştrast kirin ku ruxmî topbarana yekser a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên wan, lê dev ji malên xwe bernadin. Her wiha destnîşan kirin ku duh bi şev dewleta Tirk bi dijwarî gund topbaran kirin.

`Dewleta Tirk a dagirker gund topbaran kir û top li malan ketin`
7 ÇILE, 2022   08:14
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hedefgirtina navçeyên Zirgan û Til Temirê û gundên girêdayî kantona Hesekê didomînin. Duh bi şev gelek gundên girêdayî navçeya Til Temirê bûn hedefga topbaranê di nav de gundê Agîbiş yê nêzî naverasta navçeya Til Temirê.

Ji ber topbaranê, zirar gihaşt mala koçberekî ji gundê Erîşe yê rojhilatê Serêkaniyê û tora kehrebeyê. Her wiha di encamê de stasyona kehrebeyê ya navçeya Til Temirê ji xizmetê derket.

Têkildarî hedefgirtinê, koçberê bi navê Ehmed El-Ibade yê ku ji gundê Erîşe ye û li gundê Agîbiş dimîne got: "Beriya du salan em ji gundê xwe koçber bûn û hatin gundê Agîbiş. Duh jî dewleta Tirk a dagirker gund topbaran kir."

El-Ibade diyar kir ku dema topbaranê, malbata wî tevî malbateke din li mal bû û 3 top li nêzî malê ketin û yek din li malê ket û got: "Em ji mirinê filitîn."

Her wiha El-Ibade piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker yekser malên sivîlan dike hedef û bang li hêzên navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û topbarana wê rawestînin.

Meryem El-Ehmed a ji gundê Um El-Kêf ku bû şahida topbarana li ser gundê Agîbiş îşaret bi topbarana li ser gundê Um El-Kêf kir ku di encamê de berê xwe da gundê Agîbiş û got: "Me li maleke xizmên xwe şîv dixwar. Ji nişkan ve, topbaran destpê kir û top li malan ketin. Çawa dewleta Tirk gundê me topbaran, gundê Agîbiş jî kir hedef."

Meryem wiha domand: "Ji ber dengên topbaranê û qêrîna zarokan em ji mal derketin. Top li mala li rex mala em tê de ket."

Meryem piştrast kir ku ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker zirarên madî gihaştin malûmilkên wan.

Ji Cotmeha 2019`an ve dema dewleta Tirk a dagirker nêzî gundên bakur û rojavayê navçeya Til Temirê û bakur rojavayê û başûrê navçeya Zirganê bûn û êdî ew herêm bûn eniyên şer. Ji wê demê ve, ev gund têne topbarankirin.

(şx)

ANHA