Ehmed Xoce: Armanca girtina deriyên sînor tengavkirina Rêveberiya Xweser e

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ehmed Xoce piştrast kir ku girtina deriyên sînor planeke siyasî ya wan aliyan e ku naxwazin îstîqrar li herêmê çêbe.

Ehmed Xoce: Armanca girtina deriyên sînor tengavkirina Rêveberiya Xweser e
7 ÇILE, 2022   02:50
KOBANÊ

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce ji ajansa me re têkildarî dorpêça li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girtina deriyên sînor ên li herêmê axivî û got ev yek nîşaneya hebûna planeke nû ya li dijî gelên herêmê ye.

Ehmed Xoce wiha axivî: “Girtina deriyên sînor di vê demê de plankirî ye û armancên wê hene. Lihevkirinek di navbera hikumeta Şamê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û dewleta Tirk de heye. Van aliyan li hev kiriye ku Rêveberiya Xweser di warê aborî de tengav bikin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser di çend salên dawîn de, bi taybet di warê dîplomatîk de, gelek gavên mezin avêtine.”

Ehmed Xoce ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Girtina deriyên sînor planeke siyasî ye. Aliyên ku naxwazin îstîqrar û ewlehî li herêmê pêk were li ser vê yekê li hev kiriye. Ev lihevkirin digihêje Lihevkirina Edeneyê ya di navbera Enqere û Şamê de. Ew ji vê yekê armanc dikin projeya demokratîk a li herêmê têk bibin."

Her wiha Xoce piştrast kir ku serdanên hinek şandeyên dîplomatîk ên dewletên Ewropayê ji herêmên Rêveberiya Xweser û serdanên şandeyên herêmê ji derve re, ji bo aliyên dijberî gelê herêmê metirsî ne. Her wiha naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê parlamentoya Katalonyayê ve ji bo van dewletan mîna lêdana zengilê hişyariyê bû. Ji ber wê îro li ser dorpêçkirina herêmê di warên aborî û leşkerî de li hev kirin.   

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ehmed Xoce îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker qirkirina Kurdan kiriye armanc, komkujiyên ku pêk anîne li ser dîroka wê ya xwîndar şahid in û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk PDK`ê dixapîne û ji bo pêkanîna planên xwe wê wek amûr bi kar tîne. Bi taybet pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hewl didin xwe rizgar bikin, dewleta Tirk hewl dide wan koçber bike."

Di dawiyê de Ehmed Xoce bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li xwe vegere û referanduma serxwebûnê sala 2017`an bîne bîra xwe, çawa dewleta Tirk li dijî wê derket û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê hikumeta Başûr bala xwe bide ser dewleta Tirk ku bi salan e mudaxeleyî kar û barên wê dike û heta niha bi hikumeta Başûrê Kurdistanê îtîraf nekiriye. Li ser axa Başûrê Kurdistanê 40 baregehên leşkerî ava kirine. Gelo çima hikumeta Başûrê Kurdistanê deriyên sînor ên bi Tirkiyê re nagire?"

(şx)

ANHA