Mihemed Reşîd: Daxuyaniyên Jeffrey hebûna dewleta Tirk a dagirker rewa dikin

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Demokratîk a Efrîn-Şehba Mihemed Reşîd daxuyaniyên dawî yên James Jeffrey ku îdia kir wan hesab ji çeteyan xwestine ku sûcên şer li bajarê Serêkaniyê pêk anîne, nirxandin û destnîşan kir ku hêzên hegemonîk bi vê yekê dixwazin hebûna dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyan li herêmên dagirkirî rewa bikin.

Mihemed Reşîd: Daxuyaniyên Jeffrey hebûna dewleta Tirk a dagirker rewa dikin
7 ÇILE, 2022   01:40
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê taybet ji bo Sûriyê James Jeffrey di çend rojên dawî de îdia kir ku hesab ji çete û kesayetên ku destê wan di sûcên şer li Serêkaniyê û Girê Spî de hene hatî xwestin. Lê hebûna artêşa Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê û sûcên li dijî gelê Sûriyê bi taybet gelê kurd pêk tîne paşguh kirin.

Girêdayî mijarê serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Sûriyê ya Efrîn-Şehbayê Mihemed Reşîd ji ajansa me re axivî û got: "Daxuyaniyên Jeffrey û îdiayên wî ku hesab ji kesên destê wan di komkujiyên li Serêkaniyê de hene hatî xwestin, li gorî ajandeyên dewleta Tirk in û hebûna dewleta Tirk a li ser axa Sûriyê rewa dikin."

Reşîd destnîşan kir ku komên çete bi fermana istixbarata dewleta Tirk sûc li Serêkaniyê pêk anîn,  her wiha sûc li hemû herêmên dagirkirî bi taybet li kantona Efrînê ya dagirkirî pêk anîne.

Mihemed Reşîd piştrast kir ku James Jeffrey hewl dide hebûna dewleta Tirk a dagirker a li ser axa Sûriyê rewa bike û wiha domand: "Hebûna dewleta Tirk li ser axa Sûriyê bi xwe sûcek û dagirkirin e. Divê civata navneteweyî û Jeffrey dewleta Tirk ji Sûriyê derxin û ji ber sûcên li herêmên dagirkirî pêk tîne hesabê jê bixwazin."

Mihemed Reşîd diyar kir ku siyaseteke din heye ku berê hatiye plankirin. Ev siyaset bê navber ji aliyê hêzên navneteweyî yên li Sûriyê ne, tê meşandin. Ev yek ji daxuyaniyên Jeffrey diyar bû ku sûcên dewleta Tirk û hebûna wê li herêmên dagirkirî rewa dikin.

Reşîd eşkere kir ku komên çeteyên ku Jeffrey îdia dike hesab ji wan xwestiye, dewleta Tirk wan fînanse dike û perwerde dike. Ew çete ji bo şerê kurdan û ji bo pêkanîna komkujiyan, derbasî herêmê hatine kirin.

Her wiha Mihemed Reşîd got revandin, guhertina demografîk û kuştina li herêmên dagirkirî berdewam in û bi fermana yekser a dewleta Tirk a dagirker pêk tê.

Reşîd diyar kir ku veguhastina revandiyan ji Efrînê û herêmên din ên dagirkirî ji aliyê istixbarata dewleta Tirk ve, ji Tirkiyê re û lêpirsînkirina wan bi xwe sûcek e û divê ji ber vê yekê û ji ber binpêkirina serdestiya Sûriyê hesab ji dewleta Tirk bê xwestin.

Mihemed Reşîd di dawiyê de got hêzên hegemonîk dixwazin hebûna komên çete û artêşa Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî bi nêrîna civata navneteweyî rewa bikin.

(şx)

ANHA