Şêxê êleke ereb: Daxuyaniyên hikumeta Şamê diyalogê asteng dikin

Şêxê êla El-Hiwêyewat a qebîleya El-Welda ya Tebqayê Mihêdî El-Elî El-Hecî destnîşan kir ku daxuyaniyên wezîrê derve yê hikumeta Şamê hewldanek e, da ku xwe ji diyalogê bidin alî. Her wiha piştrast kir ku Rêveberiya Xweser ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê gelek hewldanan dike da ku diyalog li dar kevin.

Şêxê êleke ereb: Daxuyaniyên hikumeta Şamê diyalogê asteng dikin
7 ÇILE, 2022   00:37
TEBQA-EBDUREHMAN EL-SALIH

Şêxê êla El-Hiwêyewat a Tebqayê Mihêdî El-Elî El-Hecî têkildarî daxuyaniyên wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad ku îdia dike hebûna Amerîkayê li herêmê li pêşiya lidarxisitna diyalogê bi Rêveberiya Xweser re astengî ye, ji ajansa me re axivî.

El-Hecî wiha got: "Daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Şamê ji rastiyê dûr in û tenê hincet in da ku hikumeta Şamê xwe ji diyalogê bide alî û danûstandinên ku divê bi xwe re çareyekê ji krîza ku 10 sal in berdewam e bîne, asteng dike."

El-Hecî wiha domand: "Rêveberiya Xwser di gelek boneyan de bi rêya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) gelek caran bang li hikumeta Şamê kir ku dest bi diyalogê bike. Lê hikumeta Şamê ji 40 salî ve serhişkiyê dike û dev ji helwest û siyasetên xwe bernade. Ev jî bû sedem ku diyalog bi bin kevin."

El-Hecî diyar kir ku rêya xilasiya Sûriyê ji aloziyê diyalog e. Daxuyaniyên ku Wezareta Derve ya hikuemta Şamê dide aloziya kûrtir dike û istiqrarê li Sûriyê asteng dike û li gorî ajandeyên derve ne. 

Têkildarî hewldanên Rêveberiya Xweser ku alozî bi dawî bibe, El-Hecî got: "Rêveberiya Xweser gelek caran banga diyalogê bi hemû aliyan re kir û deriyê nîqaşên dîplomatîk negirtin. Ew amade ye tev li xebatên siyasî bibe ku armanc dike aloziya Sûriyê bê mudaxeleyên derve çi ji aliyê Amerîka yan jî Rûsyayê ve be çareser bike. "

El-Hecî beriya gotinên xwe bi dawî bike piştrast kir ku projeya Rêveberiya Xweser, projeyeke demokratîk e û ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê ye, maf, azadî û destkeftiyên wan di erdnîgariyekê de diparêze.

El-Hecî di dawiyê de bang li hikumeta Şamê kir ku ji van daxuyaniyên nerast dûr keve û li şûna wê diyalogê bi Rêveberiya Xweser re bike da ku aloziya Sûriyê bi dawî bibe.

(şx)

ANHA