ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-01-2022
7 ÇILE, 2022   00:00

-Li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 95'an de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên Kovendanê li Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengtiya jinên ciwan di roja sêyemîn a dawî de berdewam dikin. Ev çalakî ji bo şermezarkirina êrişêna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Zanyarên olî destnîşan kir ku hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji perestgehan re, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Armanca wê ji vê yekê ola Îslamê ya rast di nav mislimanan de belav nebe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêxê êla El-Hiwêyewat a qebîleya El-Welda ya Tebqayê Mihêdî El-Elî El-Hecî destnîşan kir ku daxuyaniyên wezîrê derve yê hikumeta Şamê hewldanek e, da ku xwe ji diyalogê bidin alî. Her wiha piştrast kir ku Rêveberiya Xweser ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê gelek hewldanan dike da ku diyalog li dar kevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yek ji rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê Rîm Dede destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji êrîşên li ser Kobanê zindîkirina DAIŞ`ê û valaderxistina projeya netewa demokratîk e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komciha Olan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariya lidarxistina konferanseke navneteweyî di navbera 10 û 11’ê vê Çileyê de dike. Her wiha endamê komîteya amadekar şêx Mazin Mihemed da zanîn ku armanca konferansê avakirina hîmekê ji bo kombûna olan li ser biratî û mirovahiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ehmed Xoce piştrast kir ku girtina deriyên sînor planeke siyasî ya wan aliyan e ku naxwazin îstîqrar li herêmê çêbe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Serokê Meclisa Partiya Sûriya Demokratîk a Efrîn-Şehba Mihemed Reşîd daxuyaniyên dawî yên James Jeffrey ku îdia kir wan hesab ji çeteyan xwestine ku sûcên şer li bajarê Serêkaniyê pêk anîne, nirxandin û destnîşan kir ku hêzên hegemonîk bi vê yekê dixwazin hebûna dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyan li herêmên dagirkirî rewa bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Piştî heft mehan ji îstîqrara li Xezayê, careke din nîşaneyên rageşiyê derketin holê, ji ber ku tu guhartin di dosyên agirbestê de çênebûn, ji wan dosyaya jinûveavakirina Xezayê û sivikkirina ambargoya Îsraîlê ji beriya 15 salan ve li ser Xezayê ferz kiriye. (BI WÊNE)

KURDISTAN

-Dayikên gerîlayên HPG û YJA Star`ê serkeftinên zarokên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker silav kirin û got “Li ser pêyan bin, em piştgiriya we dikin. Em bi berxwedana we hene, em ji rêya piştgirîdayîna we venakişin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Tevî ku heqê otobusên gel ên Şaredariya Gel a Qamişloyê bûye 200 lîreyên Sûriyê jî, lê eleqeya ji bo otobusan, ji ber ku erzan in, hê jî zêde dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA