Dayikên gerîlayan: Em bi serkeftina gerîla serbilind in

Dayikên gerîlayên HPG û YJA Star`ê serkeftinên zarokên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker silav kirin û got “Li ser pêyan bin, em piştgiriya we dikin. Em bi berxwedana we hene, em ji rêya piştgirîdayîna we venakişin.”

Dayikên gerîlayan: Em bi serkeftina gerîla serbilind in
7 ÇILE, 2022   07:55
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Êrişên dewleta Tirk a qirker li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dikin, ev heye 12 meh e di êrişên xwe de çekên pêşketî û kîmyewî bi kart îne. Herî dawî anku di sala 2021`an de piştî ku leşkerên dewleta Tirk derbeyên giran ji gerîlayên HPG û YJA Starê xwarin ji Girê Şehîd Mûnzûr, Girê Şehîd Serxwebûn û Cîloyê Biçûk ên herêma Zê vekişiyan.

Der barê mijarê de dayikên gerîlayan nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin. Dayikan silavên xwe ji rêber Abdulllah Ocalan re bi rê kirin û berxwedana wî silav kir û banga azadiya wî ya fîzîkî kir.

Leyla Keleş dayika gerîlaya bi navê Nejbîr Ehmed (Serhildan Can) diyar kir ku bi hebûna gerîlayên HPG û YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku berevaniyê li ber welat wan dikin û wiha dom kir: “Em bi hebûna zarokên xwe di nava refên gerîla de kêfxweş û serbilind in.”

‘ARTÊŞA TIRK BI SER NAKEVE’

Leyla Keleş got dewleta Tirk li hember gerîlayan bi ser nakeve û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk bi çekên giran û qedexekirî êrişî keleşa zarokên me dike û bi ser nakeve.”

Leyla Keleş wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê ne tenê êrişî gerîlayan dike, şêniyan jî dike hedef, zarokan dikuje.”

Leyla Keleş di dawiya axaftina xwe de got: “Dema di daxuyaniyan de tê diyarkirin ku gerîlayên me encam ji beravaniya xwe girtin, em gelekî kêfxweş dibin.”

Meryem Umer ji navçeya Dêrikê û dayika Cansoz Beşîr (Rustem Ozgur) jî da xuyakirin ku li gorî dîrokê û gotinên dayik û bavên wan, dewleta Tirk dixwest şer di navbera pêkhate û gelan de derxe û wan bi destê hev qir bike û got: “Em amade ne 10 zarokên xwe jî bidin; ez serkeftinên gerîlayên HPG û YJA Starê pîroz dikim. Em silavên xwe ji her gerîla re dişînin.”

‘EM BI BERXWEDANA WAN HENE’

Ilham Şêxê ji bajarê Qamişlo dayika gerîlaya YJA Starê Emîna Îsa (Zinarîn) û şehîdê HPG`ê Dîlawer Îsa (Ferhad) jî got: “Çi qasî şervanên me bigihêjin asta şehadetê jî dê zarokên me hebin ku tev li şoreşê bibin, em dev ji rêya azadiyê bernadin.”

Ilham Şêxê bal kişand ser rola PDK`ê di êrişên li dijî gerîlayan de û got: “Heke piçek kurdayetî di malbata Barzanî de hebe, wê îro cenazeyên gerîlayên me radestî me kiribana.”

Di dawiya axaftina xwe de Ilham Şêxê peyamek ji gerîla re şan û got: “Li ser pêyan bin, em piştgiriya we dikin. Em bi berxwedana we hene.”

ANHA