Ji ber êrişan tîma sererastkirinê kehrebeya nikarî ziyanan sererast bike

Ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, tîma sererastkirina tora kehrebeyê û hêzên Rûsyayê bêyî ku kehrebeyê sererast bikin ji gundê Um El-Kêf ê rojavayê Til Temirê vegerîn.

Ji ber êrişan tîma sererastkirinê kehrebeya nikarî ziyanan sererast bike
6 ÇILE, 2022   15:49
HESEKÊ

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundê Um El-Kêf ê rojavayê Til Temirê de stasyona kehrebê ya Til Temirê ji xizmetê derket. Ji ber xeta 66 kf a ku kehrebe dida stasyonê bû hedefa êrişan.

Vê sibehê tîma sererastkirinê bi hevkariya bi hêzên Rûsyayê re çûn gundê Um El-Kêf û herêmên dagirkirî da ku zirara çêbûye sererast bikin.

Tîma sererastkirin tevî panzerên Rûsyayê berê xwe da cihê bûyerê, lê çeteyên dagirkeriya Tirk ew bi doçka êriş kir.

Di êrişan de tu zirar ji ber êrişê çênebûne, lê hêzên Rûsyayê û tîma sererastkirinê berê xwe da gundê Um El-Kêf. Piştre hêzên Rûsyayê nîqaş bi dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re kirin.

Nîqaşên her du aliyan bê encam bû, bi wê re tîma sererastkirinê bêyî ku kehrebê çêke vegerî.

Ev cara 20’an e ku artêşa Tirk û çeteyên wê torên kehrebê yên Til Temirê dikin hedef.

(fr)

ANHA