Çalakiya konvendê ya li Hesekê di roja duyemîn de didome

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li bajarê Hesekê, bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên kirin ku li dijî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, helwestên cidî nîşan bidin.

Çalakiya konvendê ya li Hesekê di roja duyemîn de didome
6 ÇILE, 2022   16:00
HESEKÊ

Bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, duh Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Hesekê li baxçeyê Rêber APO kon vegertin.

Di roja yekemîn a çalakiya konvedanê de, endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser, saziyên jinan û bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên kantonê beşdar bûn.

Îro jî malbatên şehîdan û endamên Navenda Çand û Huner a bajarê Hesekê tev li çalakiyê bûn.

Destpêka bernameyê dayika şehîd Hemze Tolhildan, Necah Dawûd axivî, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Necah Dawûd bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku têkildarî van sûcan bê deng nemînin û helwestên cidî nîşan bidin.

Paşê sinevîzyoneke li ser şehîdên komkujiya Parisê; Sakîne Cansis, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan û şehîdên bombebarana 25`ê kanûna derbasbûyî ya li Kobanê hate pêşandin.

Çalakiya konvedanê dê heta sibe dewam bike.

(eh)

ANHA