​​​​​​​Tevgera Ciwanên Şoreşger: Em ê bi xwerêxistinkirin û perwerdê tola şehîdan hilînin

Ciwanên kantona Kobanê destnîşan kir ku ew ê bi bilindkirina asta berxwedan û têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker tola şehîdan hilînin.

​​​​​​​Tevgera Ciwanên Şoreşger: Em ê bi xwerêxistinkirin û perwerdê tola şehîdan hilînin
6 ÇILE, 2022   09:10
KOBANÊ

Ciwanan li ser paşxaneya êrişa dawî ya li dijî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan di maleke welatiyan li Kobanê de di 25’ê Kanûnê de ku di encamê de 6 ciwanên herêma Firatê şehîd bûne, axivî.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Şîlan Misto wiha got: "Em li hember êrişên bi vî rengî serî natewînin, em ê asta têkoşîn û îradeya xwe mezin bikin û xwe birêxistin bikin û bi rêya perwerdeyan ciwan û civakê hişyar bikin û em ê civaka xwe li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî li dijî dijmin bi rêxistin bikin."

Şîlan Misto soza şopandina rêya şehîdan, xeta rêber Abdullah Ocalan û neteweya demokratîk da û got: "Wekî rêber Ocalan gotiye, me bi ciwanan dest pê kir, em ê bi ciwanan bi ser bikevin. Em ê bi bilindkirina asta têkoşîna xwe tola şehîdên xwe hilînin."

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêma Firatê, Mistefa Mihemed Sedîq destnîşan kir ku dewleta Tirk ciwanan dike hedef, ji ber ku dizane ciwan pêşeng û rêveberên civakê ne.

Sedîq wiha dom kir: "Kobanê warê şehîd û berxwedanê ye, her yek ji şêniyên Kobanê dê li dijî dagirkerî û îxanetê tê bikoşe."

Mistefa di dawiya axaftina xwe de got bi taybet ciwanên kantona Kobanê dê tola şehîdên xwe hilînin, dagirkerî û îxanetê têk bibin.

Jina ciwan a bi navê Helîme Ehmed tekez kir ku ew bi welatê xwe ve girêdayî ye û got: "Em li ser axa xwe ne û em ji dijmin û dagirkeran re nehêlin, her wiha êrişên bi vî rengî yên li ser herêmên me, bi taybet ciwanan qebûl nakin."

(dx)

ANHA