Şêx Mihemed El-Qadirî:Tirkiye îslamê ji bo dagirkirina welatên cîran bi kar tîne

Şêxê terîqeta Qadirî yê li Sûriyê Şêx Mihemed El-Qadirî diyar kir ku dewleta Tirk îslamê bi kar tîne da ku xaka welat dagir bike û hegemonyaya xwe bide ferzkirin. El-Qadirî da zanîn ku hedefgirtina perestgehan ji aliyê Tirkiyê ve, dijminatî û windakirina rastiya îslamê ye.

Şêx Mihemed El-Qadirî:Tirkiye îslamê ji bo dagirkirina welatên cîran bi kar tîne
6 ÇILE, 2022   07:36
QAMIŞLO - SOLÎN EHMÊ

Îdiayên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên wekî "parastina civata îslamî" roj bi roj deşîfre dibin. Erdogan bi rêya olê dixwaze serdema dewleta Osmanî vegerîne, her wiha li Rojhilata Navîn jî destkeftiyên siyasî bi dest bixe, lê bi vê yekê hewldana nixumandina êrişên li dijî gelan dike, di heman demê de kesên li dijî siyaseta wî disekinin, wek "dijminê îslamê" bi nav dike.

Têkildarî mijarê şêxê terîqeta Qadirî ya li Sûriyê Şêx Mihemed El-Qadirî ji ajansa me re axivî û got kiryarên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi navê îslamê pêk tîne, pîvanên îslamê binpê dike, her wiha siyaseta wî dijminatî û xerabkirina rastiya îslamê ye.

Ji destpêka artêşa Tirk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, perestgeh û deverên pîroz hedef digire. Herî dawî jî 30`ê Kanûna 2021`an mizgefta navçeya Zirganê ya girêdayî kantona Hesekê topbaran kiribû.

ÊRIŞÎ MALÊN MISILMANAN DIKE

Şêx Mihemed El-Qadirî bal kişand ser hedefgirtina perestgehên li herêmê û got: "Di rastiyê de Erdogan bi axaftin û kiryarên xwe re nakok e, îdia dike ku ew bavê mislimanan e, lê xirabiyan dike, perestgeh û deverên pîroz diruxîne. Her wiha êrişî erd û malên misilmanan dike. Bi vê yekê dixwaze li ser hesabên xwîna gel, berjewendiyên xwe pêk bîne, ji lew re pîvanên îslamê xirab dike."

9`ê Cotmeha 2019`an, artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî Serêkaniyê kir, di roja sêyemîn de jî Mizgefta Buxarî ya li naverasta bajêr kir hedef.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temir Ciwan Mele Eyûb ji ajansê re daxuyand ku artêşa Tirk li gundên Tewîle û Dirdara yên navçeya Til Temir 2 mizgeft kirin hedef.

30`ê Gulana 2020`an jî çavkaniyan ji hundirê kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên "Semerqend" ên girêdayî artêşa Tirk mizgefta li navçeya Mabata veguherand girtîgehê, her wiha Mizgefta Selaheddîn a navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, topbaran kir.

El-Qadirî piştrast kir ku Erdogan û siyasetên wî, berdewama hovîtiya xîlafeta Osmanî ye û wiha pê de çû: "Bi navê îslamê êrişî gelan kirin, lê di rastiyê de îslama rast van kiryar û siyasetan qebûl nake."

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ NÛNERTIYA RÊGEZ Û RASTIYA ÎSLAMÊ DIKIN

El-Qadirî da zanîn ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê nûnertiya rêgezên rastîn û pîroz ên îslamê dikin û wiha dewam kir: "Her pêkhateyek bi awayekî azad û demokratîk ol û ayînên xwe pêk tînin, her wiha parastina deverên pîroz ên hemû baweriyan û olan dikin. Ji mafên her gelekî Rojhilata Navîn û cîhanê ye ku li gorî ol û ayînên xwe tev bigerin."

Sûcên artêşa Tirk ne tenê li dijî misilmanan e, lê belê çeteyên wê li dijî civata êzidî û elewî yên li Efrînê yê dagikirî jî hovîtrîn sûc pêk anîn, li aliyekî din jî îslam li ser êzidiyan ferz kirin û mezhebê sunnî li ser elewiyan ferz kir. Pê re jî ew neçar kir ku berê xwe bidin mizgeftan.

Çavkaniyan ji Efrînê ji ajansê re daxuyand ku çeteyên artêşa Tirk navenda Yekitiya Êzidiyan a Efrînê ruxand, her wiha peykerê Zeredeşt û qubeya Laleş jî hilweşandin. Di heman demê de çeteyan gorên êzidiyan kolan û li Efrînê û Serêkaniyê ruxandin.

ÎSLAMÊ JI BO FERZKIRINA HEGEMONYAYA XWE BI KAR TÎNE

Şêx Mihemed El-Qadirî ev li axaftina xwe zêde kir: "Em ê li ser rastiya ola xwe û rêgezên wê bimînin, her wiha em ê rêya berxwedanê dewam bikin û dê hemû ol û ayînên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekdest bin û em ê demokrasiya olan pêk bînin."

El-Qadirî îşaret pê kir ku dewleta Tirk ji bo erd û weletên cîran dagir bike, pê re jî mafên gelê vî welatî tune bike, îslamê bi kar tîne. Şêx Mihemed El-Qadirî wiha dawî li gotina xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker îslamê ji bo ferzkirina desthilata xwe li ser civakê bi kar tîne, lê ruxmî hemû hewldanên wê, bi vê siyasetê nekarî bandorê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike."

(eh)

ANHA