Yekitiya Rewşenbîran: Daxuyaniyên Feysel Miqdad berovajîkirina rastiyan e

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed Yûsif teqez kir ku armanc ji daxuyaniyên wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê berovajîkirina rastiyan e û qaşo ew dixwazin diyalog li dar kevin. Lê ji destpêka krîza Sûriyê ve carekê jî berê xwe nedane diyalogan.

Yekitiya Rewşenbîran: Daxuyaniyên Feysel Miqdad berovajîkirina rastiyan e
6 ÇILE, 2022   04:08
MINBIC-EHMED QERACE

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad di daxuyaniyên xwe de îdia kir ku hebûna Amerîka diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de asteng dike. Lê Rêveberiya Xweser di her boneyekê de daxwaza lidarxistina diyalogan û amadekariya pêkanîna diyaloga bi armanca guhartina ber bi başbûnê ve kir, da ku armancên sûriyan pêk werin.

Girêdayî mijarê Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed Yûsif axivî û wiha got: "Ev îdia dûrî rastiyê ne, ji ber rejîma Sûriyê ji destpêka krîza Sûriyê ve carekê jî berê xwe nedaye diyalogan."

Yûsif wiha domand: "Eşkere ye ku ew diyalogê naxwaze û sedemên astengiyê dixe stûyê hinên din, da ku xwe li pêş gelê Sûriyê ji berpirsiyartiyê derxe. Lê di rastiyê de rejîma Sûriyê diyalogê naxwaze. Ji ber Rêveberiya Xweser di gelek caran de derfeta diyalogan li pêş vekir û hîna jî banga wê dike."

Yûsif destnîşan kir ku armanca Rêveberiya Xweser a yekemîn diyalog e û projeya wê li ser bingeha çareserkirina bi rêya diyaloga sûrî –sûrî ye û di vê rêyê de gelek însiyatîf dan destpêkirin."

Yûsif ev tişt anî ziman: "Armanc ji daxuyaniyên berpirsên hikumeta Şamê berovajîkirina rastiyan e û îdia bikin ku ew diyalogê dixwazin û Rêveberiya Xweser red dike. Bi van îdiayan rejîm dixwaze rûyekî neteweyî eşkere bike, lê nûnertiya tevahî sûiyan nake, tenê nûnertiya berjewendiyên dewletên ku xizmeta wê pêk tînin, dike."

Ehed Yûsif wiha bi dawî kir: "Rêveberiya Xweser nûnertiya xwe û gelê xwe dike. Diyalog ne bi biryara ameriki ye, lê ji vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye."

(fr)

ANHA