Şehîd Îbrahîm û Temo li Kobanê hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê şehîd Mesûd Îbrahîm û Rêber Temo li Goristana Şehîd Dîcle bi merasîmeke heybet oxir kirin.

3 ÇILE, 2022   14:48
KOBANÊ

Şervanê QSD'ê Rêber Temor (Şiyar Şêran) ji navçeya Şêran e, dema erka xwe bi cih dianî di encama krîza dil de şehîd bû. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê  Mesûd Îbrahîn (Behdînan Kobanê) ji gundê Ziravkê ye, 25'ê Kanûnê di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li Kobanê de bi giranî birîndar bûbû û li nexweşxaneyên bajarê Minbicê de şehîd bû.

Girseya gel cenazeyên şehîdan ji deriyê ketina bajarê Kobanê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Dîcle ve ketin rê. Kerwanê cenaze li goristanê ji aliyê sedan kesî ve hat pêşwazîkirin.

Li goristanê hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê û endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Xunav Xelîl axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ciwanan dike hedef, ji ber ku dizane ew bingeha civakê ne û ji wan birêxistinkirin û têkoşîn destpê dike.

Xunav Xelîl di axaftina xwe de got, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û civata navneteweyî berpirsên  komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Her wiha Xunav Xelîl anî ziman ku  heta paqijkirina herêmê ji xayîn û ajanan têkoşîna wan berdewam e û soza şopandina rêya şehîdan da. Her wiha destnîşan kir ku êrişên li dijî herêmê vîna gel naşikîne, lê belê israra wan a pêkanîna serkeftinê xurtir dike.

Di merasîmê de endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Şêxo axivî û diyar kir ku dewleta Tirk armanc dike destkeftiyên şoreşê yên ku bi saya şehîdan pêk hatine, têk bibe.

Ehmed Şêxo wiha berdewam kir: “Ez di wê baweriyê de me ku kesek nikare ew têkiliya xurt di navbera gelê herêmê û şehîdan de qut bike. Bi rêya kiryarên derexlaqî, ajan û xayînan wan bi xapîne. Dijmin dizane ku nikare şoreşa Rojava û gelê wê yê berxwedêr tune bike. Lewra hewl dide planên xwe bi rêya kiryarên derexlaqî pêk bîn.”

Ehmed Şêxo bang li gelê herêmê kir ku baldar bin û di destê dijmin de nebên amûr. Her wiha pêwîstiya parastina Rêveberiya Xweser û xwedî lê derketinê teqez kir.

Piştî bidawîbûna axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehadeta şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyên her du  şehîdan bi diruşmeyan veşartin.

(şx)

ANHA