SOHR: Koalîsyona Navneteweyî beşek hêzên xwe ji Tinifê ber bi Urdinê ve vekişand

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên li baregeha Tinifê ya beyara Sûriyê beşeke mezin ji hêzên xw ber bi xaka Urdinê ve vekişand, ew jî tedbîreke li hember hedefgirtina Îranê ya muhtemel li ser baregehê ye, nexasim bi rasthatina salvegera duyemîn a kuştina Qasim Suleymanî re.

SOHR: Koalîsyona Navneteweyî beşek hêzên xwe ji Tinifê ber bi Urdinê ve vekişand
3 ÇILE, 2022   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku beşeke mezin ji hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li baregeha Tinifê ya beyara Sûriyê ber bi xaka Urdinê ve vekişî.

Ew yek tedbîreke li hember êrişa muhtemel a Îranê li dijî baregehê ye, nexasim bi rasthatina salvegera duyemîn a kuştina Qasim Suleymanî re. Her wiha beşa mayî xwe di cihên ewle de ne.

Duh hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên li baregeha Tinifê bi cih bûne koma Muxawîr Sewre agahdar kir ku di rewşa awarte de bin.

SOHR’ê ragihand ku komên girêdayî Îranê vê sibehê çekên pêşketî veguhastina "Tûgaya kîmyewî" ya  li rêzeçiyayên rojhilata Tedmurê ku 60 kîlmetre dikeve başûrê Tedmurê.

Di nava çekên Îranê de çekên nîvavêj û dûravêj hebûn.

Îranê çek ji depoyên taybet bi komên girêdayî Îranê yên li "Cebel Mihemed Bin Elî" ya ku çavdêriyê li ser Tedmurê û derdora wê dike veguhastin "Tûgaya kîmyewî".

Îranê çek ber bi baregeha Tinifê ve ku tê de hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve veguhastin.

(fr)